Kurdistanmedia: Piştî birêve çûyîna cejna Xawenkar, sê xwendekarê Kurdên Yarsan bi navên Subhan Rehîmî, Wehîd Firudî û Cehangîr Selîmî ,ji aliyê hêzên bi kincên şaxsî ên Navenda Îtilaata rejîma Îranê li Kirmanşanê hatin girtin.
Komîteya nûçegihaniya mafên mirovan, nûçeya girtina sê xwendekarên Kurd ên Yarsanî ku ji aliyê hêzên bi kincên şaxsî ên Navenda Îtilaata rejîma Îranê li ber deriyê zanîngeha Kirmanşanê hatibûn girtin, bilav kiriye.
Li gor rapora han, hêzên rejîmê, Wehîd Firudî û Cehangîr Selîmî du çalakvanên xwendekar ên zanîngeha Razî a Kirmanşanê li ber deriyê vê zanîngehê destbiser kirin.
Hevdem digel girtina wan du xwendekarane, xwendekarekî din ji bi navê Subhan Rehîmî ji aliyê hêzên bi kincên şaxsî ên Îdareya Îtilaatê ve hat girtin.
Heya niha sedema girtina wan her sê xwendekarane ne eşkereye.

Wehîd Firudî û Cehangîr Selîmî