Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina nûnerê PDKÎ di Parlemantoya Almanê de

19:09 - 15 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Parlemantoya Almanê ligel yek ji endamên Firaksiyona Demokrat a Mesîh rûniştinek lidarxist.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 13’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, Hîwa Behramî nûnerê PDKÎ, li Parlemana Almanê tevî Firank Hayîrîş endamê Perlemantoya Almanê li Firaksiyona Demokrat a Mesîhî, hevdîtinek kirin.

Di wê hevdîtinê de rewşa niha ya Îran û Kurdistanê anîne ber bas.

Hîwa Behramî, nûnerê PDKÎ di wê hevdîtinê de di pêwendî ligel nebaşbûna rewşa siyasî a Îranê piştî hatina serkarê Hesen Rûhanî çend gotinek pêşkeş kir.

Nûnerê PDKÎ herwiha di dirêjahiya axaftina xwe de got: Piştî hatina serkarê Rûhanî, rewşa ewlehî, siyasî, tepeseriya hemwelatiyan, binpê kirina mafê mirov li Îranê û bi xasmanî Rojhilata Kurdistanê nebaştir bûye.

Kirîza niha ya Îraq û Sûriyê û herwiha bandora rejîma Îranê li pêkhatên wan kirîzane li devera Rojhilata Navîn û wizeya Navikî a rejîma Îslamî ji mijarên wê rûniştinê bûn.