Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 5 milyon ji malbatên Îranê bêkar in

15:20 - 16 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Li gor rapora nû a banka Navendî, %24 ji malbatên Îranê, bêkar in.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia û pişt girêdan bi amarên ku ji aliyê navenda serhejmariya rejîma Îranê ve hatiye bilavkirin, %24 malbatê Îranê ku tu kesek ji endamên wî malbatî kar nakin, di kirîza bêkariyê de jiyan dikin.

Serhejmariyên ku sala 2011’an ji aliyê serhejmariya navendên rejîma Îranê ve hatine bilavkirin, nifûsa Îranê 75 milyon û 150 hezar kes hatiye ragehand.

Bi balkişandin bi amara banka Navendî ji bêkariyê, niha pitir ji 5 milyon malbatên wan ku kesekî wan kar nakin, bêkar in û di belengaziyê d ejiyan dikin.

Nirxa bêkarî li gor çend salên borî niha zêdetir kiriye û ew bêkariye di Kurdistanê de roj ligel rojê zêdetir dibe.

Ambargoyên aborî ên dijî rejîma Îranê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ên Ewropa û Amerîkayê ve li gor çend salîn borî ve ligel niha rewşa aborî a Îranê xirabtir kiriye û ewa yek ji sedemên zêdebûna bêkarî di Îranê de ye.

Piştî ragehandina ambargoyên aborî li ser Îranê, piraniya kompaniyayan hatin daxistin û an bi yek dan karê xwe domandin.

Raportên ku hatine bilavkirin pitir ji %70 kompanyaiyên parêzgehên Urmiye, Kirmanşan, Sine û Îlamê ji ber nebûna sermayegozarî bi sedema tehrîmên aborî hatine daxistin û ewa bûye sedem hezaran kes bêkar bimînin û nifûsa bêkariyê di wan parêzgehane de jihel biçe.