Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên rejîma Îranê bo ser malbata şehîdên PDKÎ zêdetir dibin

14:19 - 17 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê ji riya kirêgirtiyên xwe ve givaşan dixînine ser malbatên pêşmerge û şehîdên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.

Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, çend midehek berî niha li bajarê Nexedê, rejîma Îslamî ya Îranê ji riya dest û pêwendiyên xwe ve, givaş û zextan dixîne ser malbatên pêşmerge û şehîdên PDKÎ û di vê pêngawê de îdareyên ser bi rejîm bo cîbicî kirina karûbarên wan malbatane weke hemwelatiyek xemsariyê dikin û bersiva wan malbatane nadin.

Welatiyekî hayîdar ji wê meselê bi malpera Kurdistanmedia ragehand: “Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê serdana malbata şehîdên PDKÎ kirine û hevdem daxwaza halîkariyê ji wan kirine.

Hemwelatiyê han di dirêjahiyê de got: Sipaha Pasdaran bi armanca şikandina malbata şehîdên PDKÎ, serdana wan malbatane dikin û bi wî awayî hewla wê yekê didin ku şik û gumanan bal hemwelatiyên din çê bikin.

Rejîma Îranê ji riya dest û pêwendiyên xwe ve hewla çewaşe kirina hizra xelkê dide û her bi wî armancî jî serdana malbata pêşmerge û şehîdên PDKÎ dikin.