Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema teqîna mayînê du cotkar birîndar bûn

15:44 - 17 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Bi sedema teqîna mayînên çandî ên şerê 8 salî yê di navbera Îran û Îraqê de, du cotkar li Qesra Şîrîn birîndar bûn.

Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, di çend rojên borî de, du hemwelatiyên Kurd xelkê bajarê Qesra Şîrîn a ser bi parêzgeha Kirmanşanê, bi sedema teqîna mînê hatin birîndarkirin.

Li gor rapora han, du hemwelatiyên Kurd ku mijûlê cotyariyê li nav zeviyên xwe de li devera Gendomban a Sumarê bûn, mînek titeqe û bû sedem ku ew du kese birîndar bibin û paşan bo nexweşxaneyekî Îslamabadê veguhastin.

Gorî serhejmariyên fermî ku hatine bilavkirin, di 10 salên derbasbûyî de 126 hemwelatiyên Kurd xelkê Qesra Şîrîn bi sedema teqîna mayînên çandî ên serdemê şerê Îran û Îraqê de hatine kuştin.

Di heyamê 5 salên derbasbûyî de pitir ji 3 hezar û 250 mayînên serdema şerê 8 salî yê di navbera Îranê û Îraqê de teqîne û ji xeyînî birîndaran 800 hemwelatiyên Kurd di Kurdistana Rojhilatê de canê xwe ji dest dane.

Di heyamê yek sala derbasbûyî de 20 hemwelatiyên Kurd di Kurdistana Rojhilatê de bi sedema teqîna mînan canê xwe ji dest dane.

Ligel ku 25 sal di ser şerê navbera Iraq û Îranê re derbas bûye, lê hê dijminekî veşartî bi navê mîn metirsiyeke cidî ye bo ser canê welatiyên Îranê û bi taybetî welatiyên Kurd li Rojhilata Kurdistanê ku salane canê çendîn hevwelatiyên Kurd distîne.

Li gor amar û zanyariyan 6 milyon hektar ji axa Îranê bi mînan hatiye çandin ku, bi tevahî 16 milyon mîn li seranserî Îranê hene û çar parêzgehên Kurdistana Rojhilatê (Îlam, Kirmanşan, Sine û Urmiye) ji ber rewşa taybet û sînorbûnê rêjeya herî zêde yan mînên çandî heye û bûyerên herî zêde yên mînan jî di wan 4 parêzgehan de diqewimin.

Lêkolînên meydanî ku di çarçoweya zirarnasiya mayînan de ji aliyê encumena piştevanî ji qurbaniyên mîn ve hatiye kirine ku bi wî awaye ye : Pêş sala 1989’an 30 hezar kes bi sedema mayînên ku li şerê navber Îran û Îraqê de ku 8 salan doman, hatine kuştin ku %90 wan qurbaniyane hemwelatiyên sivîl, şivan, zarok, rûniştiyên gundan, kedkar, û hejmareke kêm jî leşker û hêzên jinavbirina mînan bûn e ku piraniya wan qurbaniyane xelkê Kurdistana Rojhilatê bûne.

Nêzî bi %30 bûyerên teqîna mînan ku di Îranê de hatine gorê li parêzgeha Kirmanşanê bûne ku 700 hektar ji zeviyên wî parêzgehê mîn têde hene ku di heyamê wan 26 salane de nêzî bi %50 wan zeviyane ji mayîn paqij kirine.

Kirmanşan %3,34, Sine %9,23, Urmiye %3,13 û Îlam %1,16, rêjeya bûyerên mayîn di 4 parêzgehên Rojhilata Kurdistanê de ye ku piraniya wan qezayane li gundan de bûye.