Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekemîn salvegera wefata Muhendis Xeyatî bilind nirxandin

19:17 - 17 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Heval û hevçeperên şehîd Muhendis Riza Xeyatî di yekemîn salvegera koça dawiya wî de rêz ji bîr û xebata wî kesî girtin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, sibêdeya roja Duşemî 17’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, Bi hinceta yekemîn salvegera koça dawî a Mohendis Reza Xeyatî, yek ji avakerê RDKÎ, hevalên wî nemirî ji RDKÎ û herwisan hevalên din ji organên ragehandina PDKÎ bo rêzgirtin ji riha paqij a wî şehîdê nemir, seredana gilkoya şehîdan kir û qevdîkên gulan li ser mezara Şehîd Mohendis Reza Xeyatî danîn û bi vî avayî peyman tevî Mohendis Reza Xeyatî û şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê nû kirin.

Riza Xeyatî tekoşerê azadîxwaz, kadrê kevnar yê PDKÎ û damezrênerê Radoya Dengê Kurdistana Îranê, salek berî niha 16’ê Çiriya Paşîn a 2013’an bi sedema qezaya terafîkê canê xwe ji dest da.

Di sala 1934’an, li bajarê Xoy ser bi Kurdistana Îranê di malbatek Azerî de ji dayîk bûye. Sala 1980’an seba hevaletiya ku tev Dr. Ebdulrehman Qasimlo hebû hate nav rêza PDKÎ, kesayetiyê han li avedankirina Radoya Dengê Kurdistana Îranê li bervara 17/6/1980’an de, hebû û heyamê 33 salan di rayoyê de xizmet kir û bi sedan kadr û pêşmerge hînî karûbarê fenî û muxabiratî kirin.

Muhendis Xeyatî sala 2010’an weke şêwirmend sekreterê giştî yê PDKÎ bo karûbarê teknîkî a Radoya Dengê Kurdistana Îranê hat dest nîşankirin.