Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişdariya Natanyaho derheq bo sadeyiya civaka navdewletî di pêwendî ligel bernameya Navikî a rejîma Îranê

20:20 - 17 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Binyamîn Natanyaho serok wezîrên Îsraîlê bo çendemîn car derheq bi pirogirama Navikî a rejîma Îranê hişdarî da.

Li gor nûçegihaniya Feranse, Binyamîn Natanyaho serok wezîrên Îsraîlê di hevpeyvînek ligel kenala telefîziyonî a (CBS) serbarê derbirîna piştevaniya Îsraîlê li hevpeymaniya cîhanê li dijî DAÎŞ’ê, rejîma Îslamî a Îranê dijminê Amerîkayê bi nav kir.

Natanyaho di axaftina xwe de bo careke din derheq bi sadeyiya civaka navdewletî di pêwendî ligel bernameya Navikî a rejîma Îranê û aliyên leşkerî hişdarî da.

Natanyaho di gotinên xwe de Rojhilata Navîn bi sedema hebûna Îslamiyên radîkal li jêr fermana rejîma Îranê û Hizbûlaha Lubnanê weke gorepana(Meyîdana) şerê cîhanê wesfand û got Îsraîl bi hemû hêza xwe xwazyarê ji navbirina alîgirên Şîe û Suniyên tondajo di deverê de ye.