Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna partiyên Kurdistanî bo piştevanîkirin ji Rojavaya Kurdistanê

14:03 - 18 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Nûnerên partiyên siyasî ên çar parên Kurdistanê di civînekê de piştevaniya xwe bo Kurdistana Sûriyê re ragehandin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 15’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, nûnerên piraniya partî û aliyên siyasî ên çar parçên Kurdistanê di liqa du a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Hewlêrê kom bûn.

Di vê civînê de ku Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Navendî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi nûnerayetî ji PDKÎ pişikdar bû. Di pêwendî ligel rewşa niha ya Kurdistanê û bi xasmanî Rojavaya Kurdistanê bas û nerîn û pêşniyar hatin kirin.

11415.jpg

Li gor rapora han, partî û aliyên siyasî ku pişikdarên vê civînê bûn, di dawiya civînê de daxûyaniyekî hevpar bilav kirine.

Di pişkek ji vê daxûyaniyê de hatiye ku em wek partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê, careke din xebat û berxwedana pêşmerge û şervanan li başûr û rojavaya Kurdistanê bilind dinirxaînin û şerê hêzên hevpeyman li dijî DAÎŞ’ê bi girîng dizanin.

Di beşeke din a vê daxûyaniyê de serbarê tekez kirin li ser yekgirtina gelê Kurd wek girtîngtirîn çek bo berewanîkirin ji Kurdistanê û îrade û hişyariya pêşmergeyan; Spasiya hemû gelê Kurd di çar parê Kurdistanê û Kurdên akincî li Ewropa û Amerîka dikeyîn ku bi çalakiyên cur ba cur û meşan kiryarên terorîstî protestokirin û îradeya pêşmergeyan û şervenan bilind nirxandin.
Herwiha daxûyaniya partî û aliyên siyasî ên beşdar di vê civînê de biryara Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û pejrandina ji aliyê Parlemantoya Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge, bo şandina hêza pêşmerge bilind nirxandin.

Di pişkek din a vê daxûyaniyê de hewla serokê Herêma Kurdistanê bi lihekirina Dihokê di nevbera partiyên Rojavaya Kurdistanê bi pêngawekî girîng wesfandin û daxwaz ji Tevgera Civaka Demokrat ( TEV-DEM ) û Encûmena Nîştemanî a Kurd li Sûriyê (ENKS) hat kirin ku bi micid bo cîbicî kirina lihevkirina Dihokê kar bikin, çimkî bêgoman cîbicîkirina wê lihevkirinê debe faktera serkevtina gelê Kurd di Rojavaya Kurdistanê de.

Di vê pêwendiyê de, piştre jî roja çarşemî 22’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, hêzên siyasî ên Kurdistana Sûriyê li ser hevserokayetî û îradeya hermên xwe birêveber a Rojava rêkevtin û bi pişikdariya serokê Herêma Kurdistanê ew lihevkirine wajo kirin.