Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên derkirî li ptrokîmyaiya Îlamê li ber deriyê Meclisa Tehranê narizayetiya xwe derbirîn

15:16 - 18 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Hejmarek ji kirêkarên ptrokîmyaiya Îlamê ku li ser karê xwe hatibûn derxistin, li ber deriyê Perleman û Dîwana Dadperwerî a rejîma Îranê kom bûn.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 17’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, zêdeyî 100 kedkarên yekeya ptrokîmî a Îlamê, hember Parlamena Îranê li Tehranê xwenîşandan pêkanîn û daxaza mafên xwe yên rewa kirin.

Di wê xwenîşandanê de bi awayekî eşkere, parlemana Îlamê ji aliyê xwenîşanderan ve, bo pêdagirî kirina mafên wan hatin vexwandin.

Birêveberê Ptrokîmî a Îlamê serbarê qebûl kirina Îdareya Kar bo geryana dubare a kedkaran bi ser karên wan, rê neda karkeran ku di vê fabrîqeyê de kar bikin.

Ew fabrîqeye 50 milyon Tomen bi kirêkaran re qerdar e û naxwaze deynên wan bide.

Kedkarên Petrokîmî 3 heyve ku li ser kar hatine derxistin û serbarê serdan bi bingehên peywendîdar, karbidestên rejîma Îslamî ya Îranê tu bersivek nedane pirsên wan.

Kedkarên nerazî tenê bersiva ku karîn bi wan xwenîşan danan werbigrin eva bo ku bi merca tezmîn kirina ewlekariyên kar, bo salekî Îdareya Kar ê ligel karkerên derxistî rêkevtin nameyekî îmza bike.

Hevdem ligel xwenîşandana kirêkarên Petrokîmî ên Îlamê, hejmarek ji kedkarên avayî (saxtimanî) jî, hember parlemena Îranê, seba nerazî bûn ji guhertin û ektîv nebûna yasaya Bîmeya Civakî derheq kedkaran de, xwenîşandanek pêk anîn.