Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

3 hemwelatiyên Kurd bi 44 sal girtina Tezîrî hatin mehkûmkirin

19:44 - 18 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Dadigeha vekolîn a parêzgeh Kirmanşanê 44 sal zîndana Tezîrî bi ser sê hemwelatiyên Kurd da sepand.

Li gor rapora malpera kurdistanemdia, Muhsên Xwdabendelû, xelkê Sehne û Kiyanûş Rostemî û Nêmet Fethî akinciyê Kirmanşanê 3 welatiyî peyrewên ola Yarsan bi 44 sal ku yek ji wan bi 15 sal zîndana Tezîrî hatin mehkûmkirin.

Ew 3 xortê kurd di dawiya Çiriya Paşîn a 2013’an, ji aliyê hêzên ewlekarî ên Kirmanşanê ve hatibûn girtin û heyamê 9 mehan bû ku di girtîgehên Îdareya Îtilatê ya rejîma Îranê bê teklîf mabûn.

Xeynî wî hukmî, ew du ciwanên Kurd bi tawana bê îhtiramî bi rêberê Îranê 2 sal hukmê hepsê bi wan re hat pesend kirin.

Gorî raportê, 3 girtiyên navbirî di zîndana Dîzil Abadê de biser dibin.

Her di wê peywemdiyê de Kempêyîna Berevanîkirin ji Girtiyên Siyasî û Sivîl bilav kir ku Nîmet Fethî xelkê kirmanşanê, ji aliyê dozgeriya rejîma Îslamî ya Îranê ve bi 10 sal girtîgehê hatiye mehkûm kirin.

Herwiha di wê pêwendiyê de çend roj berî nihaciwanekî Kurdê Yarsanî piştî behskirin tevî kirêgirtiyekî rejîma Îslamî ya Îranê, ji aliyê hêzên rejîm ve hat girtin û bo ciheke nediyar veguhastin û çarenivîsa wî piştî derbasbûna yek sal ji girtina wî hêj nediyar e.

Piştî çêbûna behsek navbera lawekî Kurdê yarsanî û kirêgirtiyekî ser bi rejîma Îslamî a Îranê li Kirmanşanê, ew ciwane ji aliyê hêzên rejîma Îranê hat girtin û piştî derbasbûna yek sal ji girtina wî heta niha jî hêj çarenivîsa wî nediyar e.

Welatiyekî hayîdar ji wî meselê bi peyamnêrê malpera Kurdistanmedia, nasnameya wî kesî “Kiyumers Ezîzî” akinciyê bajareê Kirmanaşanê û pêyîrewê ola Yarsanî ragehand.

Herwiha ew hemwelatiye Kurde derheq bi bûyera bêserşûnbûna Kiyumers Ezîzî ragehand: Nêzî bi salek berî niha Kiyumers tevî yek ji kirêgirtiyên rejîma Îslamî a Îranê di pêwendî ligel rewşa Kurdistanê û bi xasmanî partiyên Kurd ên opozîsiyona rejîma Îslamî tûşî behsê bû, û piştî kûrbûna behsan di navbera Kiyumers û kirêgirtiyê rejîm de pevçûn hat gorê.

Bi gotina hemwelatiyê hayîdar: Piştî ku şer û pevçûn tê gorê hêzên Întizamî yên rejîma Îranê Kiyumers Ezîzî digrin û heya niha tu agahiyek ji çarenivîsa wî ne ber dest e.

Li gor raportê ku li Kirmanşanê gihîştine malpera Kurdistanmedia, malbata Kiyumers Ezîzî çend caran serdana navenda Ewlehkar a rejîma Îranê kirine lê rejîma Îranê tu bersivek bi wan nedaye.