Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya sêyem a kora giştî ya NY, 69’mîn rûniştina xwe dest pê kirin

20:31 - 18 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: 69’emîn rûniştina komîteya sêyem a kora giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ku têde biryarnameyek derheq bi rewşa mafê mirov li Îranê tê weşandin, dest bi karên xwe kirin.

Li gor rapora malpera kurdistanemdia, di mekana bilavbûna raporta Ban Kî Mun sekreterê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Ehmed Şehîd rêporterê taybet yê NY li varê rewşa mafê mirov a Îranê bo komîteya sêyem a kora giştî ya NY, komîteye han, roja Sêşemî 18’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, 69’mîn rûniştina xwe dest pê kir.

komîteya sêyem a kora giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyîku hemû welatên endam di vê saziyê de digre, reşnivîsa biryarnameya rewşa mafê mirov a Îranê ku ji aliyê welatê Kanadayê ve hatiye amadekirin, tê gengeşekirin û dixîne ber dengan.

Ew biryarnameye ji egera denganîn di komîteya sêyem de, bo careke din li meha Çileya Pêşîna evsal û li civîna giştî a NY dixîne ber dengan.

Dawîn raporta Ehmed Şehîd, rêporterê taybet yê NY bo karûbarê mafê mirov di Îranê de, di 28 peran de û bo 69’mîn civîna NY di meha Çiriya Pêşîn a 2014’an hat bilavkirin.

Li gor raporahan, pirsên cur ba cur ên mafê mirov li Îranê ku kora giştî a Neteweyên Yekbûyî, pişkên taybet bi rewşa mafê mirov a gelê yekbûyî û pirsa giştî a wê saziyên dilgiraniya xwe hember bi rewşa mafê mirov îlan kir û ji piraniya haletan de rewşa wan aloztir bûye.