Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqînek li Hewlêrê qewimî

19:24 - 19 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Xwekojiyekê bi riya tirombêlek li navenda bajarê Hewlêr a payîtextê Herêma Kurdistanê rû da û zedeyî bi 33 kes bûne qurbanî.

Li gor rapora malperê Kurdistanmedia, îro Çerşemî bervara 19’ê Çiriya Paşîn a 2014’an li navenda bajarê Hewlêrê li ber deriyê parêzgeha wî bajarî teqînek qewimî û nêzî bi 4 kes hatin şehîdkirin û nêzî bi 29 hemwelatiyên Kurd jî hatin birîndarkirin û nêzî bi 20 torombêl hatine têk birin.

Wezîrê Tendirustiyê ragehand ku di wê teqînê de 4 hemwelatî hatine kuştin û 29 kes jî hatine birîndarkirin ku 2 kues ji wan birîndarane birînên wan giran e.

Girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê di wê pêwendiyê de vîdoyek bilav kiriye ku serperestiya wê teqînê li hemberî parêzgeha Hewlêrê dikêşîne sitûyê xwe.

Her di wê pêwendiyê de sala derbasbûyî bervar 29’ê Îlona 2013’an, di encama 2 tirombêlên bombrêjîkirî li ber asayêşa Hewlêrê û asayişa giştî ya Herêma Kurdistanê de jî teqînek rû da û 6 kes hatin kuştin û 36 kes jî birîndar bûn.