Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teymûr Mistefayî

13:39 - 20 Çirriya paşîn 2014

H: Arif Vêlzî

Birêz Teymûr Mistefayî kurê Xefûr sala 1334 (1955), di malbateke navincî di bajarê pawe de ji dayîk bûye. Teymûr Mistefayî her wekî hemû zarokên din di temenê 7 saliyê de diçe xwendingehê û qonaxên destpêkî, nawendî û paşnawendî her di vî bajarî de bi dawî tîne, û piştre wek mamostayê xwendingehê tê damezrandin.

Birêz Teymûr Mistefayî di bersiva vê pirsa me de ku gelo çawa PDKÎ nas kir dibêje: “Min PDKÎ ji riya nivîsîn û bilavokên wê ve nasî. Lê yekemîn car ez di civîneke berfireh de beşdar bûm ku têde, xebata eşkere ya PDKÎ hate ragehandin, bi vî awayî ez bi PDKÎ re nasyar bûm”.

Birêz Teymûr Mistefayî derheq çawaniya tevlîbûna xwe bi pêşmergeyên PDKÎ re weha got: “Her piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê rêkxistinên PDKÎ di bajarê Pawe de hatin avakirin, ku yek ji beşdar û avakerên rêxistinên PDKÎ ez bûm. Wate endambûna min vedigere bo dawiya sala 1357 (1979)’an”.

Navbirî roja herî xweş ya pêşmergatiya xwe weha tîne ziman: “Roja 11’ê Reşemeya sala 1357 (1979)’an wate nêzîk bi 20 rojan piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê, mîtînga mezin ya Mehabadê bi rêve çû. Di gellek ciyan de min bas kiriye, ku yekem û meztirîn bîreweriya min ya xweş, dîtina Dr. Qasimlo bû di vê mîtîngê de.

Di wê rojê de PDKÎ xebata xwe ya eşkere radigehand. Birêvebirên mîtîngê wek bajarên din çend kes di bajarê Pawe de gazî kirin, ku ez û çend kesên din em ji bajarê Pawe hatin û di bajarê Mehabadê de, di mala kak Omer Qazî de man, pêş destpêkirina mîtîngê Dr. Qasimlo di malan de serdana mêhvanan dikir, ew hate mala kak Omer û bo yekemîn car, min navbirî dît. Ew kesek e ku ji min re gellek bê mînak e, lewra eva roja herî xweş ya pêşmergatiya min e.

Di rastî de min bîreweriyên din ên xweş ên wekî serkevtina bi ser dijmin de, û herwisa henekên bi hevalan re hene, ku hemû ji xweşiyên jiyana pêşmergatiya min in”.

Birêz Teymûr Mistefayî roja herî nexweş ya pêşmergatiya xwe jî bi vî rengî tîne zimên: “Ew roja ku nûçeya şehîdkirina rêberê me yê mezin Dr. Qasimlo min bihîst, roja herî tal û nexweş ya jiyana min e, rojek û nûçeyek ku min hêvî dikir ku min qet nebihîstiba. Niha jî dîmenên nexweş yên dema şehîdkirina Dr. Qasimlo, li nav pêşmergeyên hêza Agirî, di melbenda “Şimalê” de, li ber çavên min in, û tu carî ji bîr nakim.

Em wê demê li Bozê Sîna de bûn, û rejîma Îranê jî êrîşî ser me kiribû, me wê demê hêzên rejîmê têk şikandin, ku di vî şerî de serbarê gellek kuştiyan 18 dîl ketin destên me de. Ew şer du rojan berdewam kiribû, ku mixabin di vî şerî de heval û pêşmergeyekî me bi navê Cemşîd Bedelî şehîd bû û ez bixwe jî birîndar bûm”.

Navbirî derheq jiyana xwe ya hevpar weha dibêje: “Pêkanîna jiyana min ya hevpar, hevdem bû di gel êrîşa hêzên Amerîka bo ser hêzên Îraqê li Koweytê. Rast di vê rojê de wate li 27’ê Befranbara 1369 (1991)’an de, ez bi Kowêstanê re zewicîm ku xelkê gundê Hawar ya başûra Kurdistanê ye, û li gundê Lêwjê me jiyana hevpar pêk anî.

Keça min ya bi navê Aştî xwendekara sala dawiyê ya beşa endazyariya petrolê ye di zankoya Kurdistanê de, û kurê min yê mezin bi navê Agirî xwendekarê qonaxa masteriyê ye li beşa “birêvebiryê” (Bêznisê), di zankoya Kurdistanê de, û kurê min yê bi navê Diyar jî salek maye ku dîploma xwe wergire”.
Birêz Teymûr Mistefayî bi vê peyamê ji xelkê Kurdistanê re dawî bi hevpeyvîna xwe tîne: “Peyama min ji bo xelkê Kurdistanê eva ye ku hemû gelên cîhanê xwediyê welatê xwe ne, û em Kurd jî, dibe ji bo gihîştina bi vê xewna ji mêjîn ku bi sedan salî ye di pêxemê de xebatê dikin, û me gellek qurbanî jî dane, dibe em tekoşînê bikin.

Dibe ji bo jiyana hejî, em dest bidin hevdu, û bi hevre xebatê bikin di pêxema gihîştina bi hêviyên mêjîn ên gelê xwe, ku heman rizgariya Kurdistanê ye ji destê zordaran”.