Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd û bêhelwêstiya Tirkiyê

13:47 - 20 Çirriya paşîn 2014

Şehab Xalidî

Kurd yekemîn hevalbendê welatên rojavayî, û pêşengê şerê li dijî dewleteke terorîstî di herêmê de ne, û berxwedaniya wan di van du beşên Kurdistanê de, bûye sedema vê ku heta hêzeke wek PYD jî (ku ser bi PKK’ê ye), ne tenê ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve, wekî terorîst nehê naskirin, belkû piştgiriya baskê wê yê leşkerî, wate YPG’ê jî bihê kirin.

Di vî şerê ne rewa û dasepayî bi ser xelkê Kurdistanê çi li Rojava û çi jî li başûra Kurdistanê de, şik û gumana zêde li ser rejîma Îranê heye ku DAÎŞ berdabe canê Kurdan li başûra Kurdistanê de.

Lê niha ku şerê herî germ di Kobanê di sînorê Kurdistana Rojava û Kurdistana Bakûr de ye, bi sedema ne zelaliya helwesta Tirkiyê derheq DAÎŞ’ê de, şik û gumana hebûna alîkariya ne rasterast di navbera Tirkiye û DAÎŞ’ê de, di nav gellek hêz û aliyên siyasî de çê bûye, lewra ew daxwazê ji Tirkiyê dikin ku helwesta xwe zelal bike.

Lê piştî vê ku Tirkiyê di demek gellek hestyar de ku DAÎŞ nêzî Kobanê dibû,şert û mercên gellek giran ji bo PYD danîn, û piştre cîbicînekirina van şert û mercan kire hêcet bo alîkarînekirina Kurdan di Kobanê de, û herwisa danîna vê şert û mercê bo Amerîka û hevalbendên wê ku dibe ew di berahiyê de, jinavbirina deshilata Beşar Esed bixin nav pirograma karê xwe de, çend qat zêdetir şik û guman li ser xwe çêkirin.

Lê ne PYD û ne jî Amerîka, teslîmî van daxwaziyên Tirkiyê nebûn, û li jêr zexta zêdetir de karîn ku Tirkiyê razî bikin ku hêza pêşmerge ji sînorê wan re derbazî Kobanê bibe. Wisa xuya nake ku razîbûna Tirkiyê bi derbazbûna pêşmerge ji sînorê wê re şik û gumana li ser wan kêm kiribe, jiber ku ew deshilateke bi hêz di herêmê de ye, û xwe wek pêşengê Îslama nermrew di herêmê de dihesibîne û endamê NATO’yê ye, lewra daxwaz jê tê kirin ku bi eşkere şerê li dijî DAÎŞ’ê bike.
Hekî ew şerê DAÎŞ bike:

1-Pêwendiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de têk naçe, û renge xurttir jî be.

2-Kurdên Kurdistana Bakûr û ew aliyên ku nêzîkî PKK’ê ne, wê demê pêdagiriyê li ser bidawîanîna piroseya aştiyê nakin.

3-PYD ku di qada siyaseta rojavaya Kurdistanê de roleke girîng dilîze, hekî bi sedema aciziya ji siyasetên Tirkiyê, nexwaze carê nêzîkî Tirkiyê bibe, lê ENKS di pêşerojê de wê hewl bide ku pêwendiyeke wek ya Tirkiye û Herêma Kurdistana Başûr, di navbera Rojava û Tirkiyê de jî çê bike.

4-Tirkiyê ku di van salên dawiyê de hewl daye ku xwe zêdetir demokratîze bike, û rûçikeke aştîxwazane ji xwe nîşan bide, û bibe mînak bo welatên herêmê, wê bikare di vê biyavê de pêşkevtinên baş bi dest bixîne.

Lê hekî ew şerê DAÎŞ nekin:
1-Wê demê şik û gumana li ser pêwendiya di navbera DAÎŞ û Tirkiyê de xurttir dibe.

2-Kurdên Kurdistana Bakûr bê guman bi meşên nerazîbûnê, wê rewşa Tirkiyê ew qas aloz bikin, ku aboriya ber bi vegeşînê ya Tirkiyê zirarê bibîne.

3-Bêguman wê demê, piroseya aştiyê jî wê têk biçe, yan wê gellek kêmreng bibe.

4-Pêwendiyên di navbera Tirkiye û hevalbendên wê di NATO’yê de, hekî derbê jî nebînin, lê wê zirarê bibînin.

5-Bê guman mana zêdetir ya DAÎŞ’ê di herêmê de (hekî alîkarî di navbera DAÎŞ û Tirkiyê de hebe), wê zirarek mezin bigehîne rûçikê demokratîk ê Tirkiyê, û bi gellek sedeman, wê di berjewendiya rejîmên Îranê û Sûriyê de be.

Herçend ku karbidestên Tirkiyê di bin de, li dijî hebûna deshilatdariyeke din ya Kurdî ne, û bi berçav jî radigehînin ku dibe hevalbendên wê di NATO’yê de, vêdebirina deshilata Esed bixin nav pirograma karê xwe de, û xewnê bi nemana Beşara Esed û avakirina deshilateke nû di Sûriyê de dibînin ku têde Encumena Nîştimanî ya Sûriyê û Arteşa Azad ya Sûriyê birêvebiriyê bigrin destê xwe, û Kurd jî xwediyê deshilateke siyasî-neteweyî nebin, lê gellek karnasên siyasî li ser vê baweriyê ne ku hekî êrîşa bo ser deshilata Beşar Esed, di bernameya karê hevalbendan de nebe jî, lê her wekî me bas kir, zelalkirina helwesta Tirkiyê û amadebûna Tirkiyê bo şerê li dijî DAÎŞ’ê wê gellek di berjewendiya Tirkiye û alîgirên azadî û demokrasiyê di herêmê de be.