Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berevajîkirina rastiyan di pêxema çi de

13:49 - 20 Çirriya paşîn 2014

Arif Vêlzî

Heyamek e ku mijara alîgirî yan nêzîkatiya torên medyayî yên wekî “VOA” û “BBC” û heya radeyekê jî “EURO NEWS”, bi Komara Îslamiya Îranê û bi taybetî bereya pawanxwaz ya rejîma Îranê, bûye rojeva hinek ji medyayan, û heya vê yekê hinek ji nawendên biryarder ên giring wekî kongireya Amerîkayê jî anîne ser xet, da ku bikarin li hemberî hewlên armancdar ên wan nûçegihaniyan de bisekinin, û rêgir bin li hemberî berevajîkirina rastiyan.

Berevajîkirina rastiyan û siyaseta rêxweşkirin bo bêhtir birêveçûna pirogramên Komara Îslamiya Îranê ji aliyê wan torên medyayî ve, niha gihaye cihekî ku roja 23’ê Rezbera 1393’an, (15’ê Octoberê) neh kes ji nûnerên komarîxwaz û demokrat ên kongireya Amerîkayê di nameyekê de ji bo Can Kêrî Wezîrê Karê Derve yê vî welatî daxwaz kirin ku lêkolîn li ser birêvebiriya xirap û alîgiriya VOA (ku bi zêdetir ji 45 zimanên cîhanê pirogramên xwe diweşîne) li Komara Îslamiya Îranê bihê kirin.

Wan kongirêsmenan herwisa ragehandin ku biryar bû ku VOA ji riya bilavkirina zanyariyên armancdar ve hewla ber bi pêşvebirina azadî û demokrasiyê di Îranê de bide, lê niha ne tenê ti pêngavek ji bo berçavgiritina mafên mirovan di vî welatî de hilnegirtiye, belkû heya zirar jî gihandiye mafên mirovan di Îranê de.

Di beşeke din ya nameyê de hatiye ku tenê di sala yekemîn ya serkomariya Hesen Rûhanî de, 900 kes di Îranê de hatine bidarvekirin, lê di VOA de tenê amaje bi beşek kêm ji wan îdaman hatiye kirin.

Bi berçavgirtina gazinda wan kongirêsmenan hekî em pêdaçûnekê bi ser weşanên kanalên VOA û bi taybetî BBC bikin, ji me re eşkere dibe, ku stratejiya medyayî û dirêjheyam ya wan nûçegihaniyan di rasteriya berjewendiyên bilind yên Komara Îslamiya Îranê de diçin pêş, û di xizmeta hinek kesên nawendxwaz de ne ku dûredîmena wan nîşander û selmînerê vê rastiyê ne ku lobî û parêzerê berejewendiyên Komara Îslamiya Îranê ne.

Di rastî de em dikarin bêjin ku berevajîkirin û veşartina rastiyan ji hêla wan torên medyayî ve têne darêtin û sîstematîkkirin. Wate bi awayekî bi zanebûn, yan ne bi zanebûn, bi awayekî hûr û polênbendkirî û di rasteriya ber bi pêşveçûna siyasetên vê deshilata dijîgelî de kar dike, bi vê armancê ku siyaseta medyayî ya wan bikare di destpêkê de bandora erênî li ser bêdengkirina dengê neyarên deshilatê di navxwe ya Îranê de hebe, û piştre jî hevkêşeyên siyasî yên derveyî sînorên vî welatî bi qazanaca Komara slamî bidawî bîne.
Ji bo selimandina vê rastiyê jî ku alîgirîkirina ji Komara Îslamî li ser asta derve li pişt siyaseta wan torên medyayî xwe dide xûyakirin, em dikarin qala vê yekê bikin ku di pirogramên xwe de her tim bi awayê berevajîkirina rastiyan û bi awayê xapandin, bas ji danûstandinên navikî ên Îranê bi Rojava re dikin û herwisa gellek bi kêmî bas ji binpêkirina mafên mirovan û destêwerdanên Komara Îslamiya Îranê di nav karûbarên welatên din de, û piştevaniya ji terorîzmê dikin, û hevdem bi awayekî berfireh rojeva welatên Sûriye û Lubnan û Xeze ku hevalbendên stratejîk ên Îranê ne di herêmê de, sansor dikin, û bi awayekî yekalî vediguhêzin, û li hemberî hemû cinayetên wan de çavên xwe li ser hev dadinên.

Herwisa li derheq bûyerên navxwe yên Îranê de jî, siyaseta VOA û BBC û hinek ji torên din siyaseta rûmalnekirina mijarên têkildar bi mafê netewe û kêmaniyên navxwe ya Îranê ne, û cudahîdanîna zaf ya tuxmî û çandî û olî ye di navbera wan de. Ya ku cihê baldan û jê hûrbûnê ye, eva ye ku siyaseta van torên medyayî li hemberî bûyerên navxwe yên Îranê de jî, siyaseta zeqkirin û giringîdan bi parêzgehên Farsakincî û bi giştî bi Fars nîşandana neteweyên Îranê û herwisa îzolekirin û giringînedan bi mijarên têkildar û neteweyên cuda û herêmên wan û li serveyî hemiyan jî neteweya Kurd e.

Çavpoşîkirin ji kuştina rojane ya xelkê desteng û kêmdahat ên Kurdistanê li ser sînoran, bidarvekirina şoreşgerên Kurd û neteweyên din ên Îranê bi hêcetên curbicur, û destbiserkirina rojnamevanan û çalakên medenî û ferhengî û siyasî û bêparkirina neteweya Kurd û neteweyên din ji serwet û saman welat, û çavpoşîkirin ji binpêkirina mafê mirovan û di bûyera herî nû de, têzawrêtinên di Îranê de bi giştî, û çend mehan berê yên Kurdistanê bi taybetî, û di hember de zeqkirina têzawrêtina li bajarê Îsfehanê, vê rastiyê diselimînin ku ew torên medeyayî, siyaseta medyayî ya wan di destpêkê de, di xizmeta pawanxwazên Tehranê û piştre jî di xizmeta hinek aliyên şovenî ên Fars ên Îranî de ye.