Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa dersxwanan û xwendingehan li jêr sîbera rejîma Îranê de

13:50 - 20 Çirriya paşîn 2014

Nasir Salihî esil

Di roja 13’ê Xezelwera hemû salekê (Novembera hemû salekê) de deshilata ne rewa û xapînok ya Komara Îslamiya Îranê, bi boneya salvegera dagîrkirina balyozxaneya Amerîka li Tehranê û roja dersxwanan, dersxwanên xwendingehan li Îran û Kurdistanê bi zorî ber bi şeqaman dikêşa û bi armanca ji rê derxistina bîr û hizra dersxwanan, bi diruşmên bê nawerok, dersxwan li dijî Rojava tûj dikirin.

Di vê rojê de mamosta û dersxwanan dikin armanc ji bo dapoşîna kar û kiryarên bê nawerok ên Komara Îslamiya Îranê, bo ji rê derxistina bîr û raya giştî ya cîhanê.

Di vê rojê de dersxwanan û mamostayan neçare dikin ku bêne ser kolanan, lê piraniya wan ji derfetan mifayê werdigrin û xwe ji rêpêvînan vedidizin, lewra ezmûna nêzîk bi çar dehikan ji deshilatdariya Komara Îslamiya Îranê nîşan daye ku piraniya pilanên ji bo dersxwanan, yan çavkaniya pirtûkên xwendinê di gel naweroka hînbûn û perwerdehiya dersxwanan bîhanî ne, û ew mijar û nawerok nikarin bo domandina xwandina dersxwanan dilxweşker bin.

Lewra rêjeya devberdana ji xwendinê, bi sedema nebûna perwerdehiya tendirust û cihê pêwîst bo xwendinê, û emniyetîkirina xwendingehan, û hebûna madeyên hişber di xwendingehan de, bi taybetî li parêzgehên Kurdistanê de zêde kiriye.

Ji aliyekî din ve xirapiya avahiyên xwendingehan ku hewcehiya wan bi nûjenkirinê heye, û sîstema germkirina polên xwendinê bi sobeyên neftê, ku karesatên mezin ên wekî xwendingeha Şînawê ya Pîranşarê lê ket, tirs ji herêmên mînrêjkirî di gundên kurdistanê ku rojane karesatên cergbir lê dikeve, sedemên din in ji bo dabezîna asta xwendinê di Kurdistana Rojhilat de.

Li gorî serjimêriyên rejîma Îranê bixwe, piraniya xwendingehên parêzgeha Kurdistanê, hewcehiya wan bi nûjenkirinê heye.

Li gorî serjimêriyan li parêzgeha Urmiyê, 4750 xwendingeh û di parêzgeha Sinê 1268 xwendingeh û li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê, piraniya xwendingehan hewcehiya wan bi nûjenkirinê heye.

Eva di demekê de ye ku sermaye û dahata neftê di Îranê de, ji bo binkeyên navikî û palpiştiya ji çalakiyên terorîstî li derveyî sînorên Îranê dadinê, û di esla 30’î ya yasaya bingehîn ya Komara Îslamî de hatiye ku: “Dewlet erkdar e ku hewcehiyên perwerde û hînkirinê bê beramber ji bo hemû xelkê heya dawiya qonaxa paşnawendiyê dabîn bike, û xwendina bilind jî heya asta xwebijîviya welat bi awayê bê hember vegeşîne.

Niha di Îran û Kurdistanê de, siyaseteke emniyetî û metoda li gorî sedsala navînî bi ser rewş û hewayê xwendingehê de zal e. Armancdarkirina naweroka pirtûkên dersî bi bîrokeya hişk ya deshilatdarên Komara Îslamiya Îranê ji aliyê Wezareta Perwerde û hînkirinê ve, tenê di pêxema bihêzkirina îdeolojiya hişk û berteng ya deshilata dasepayî û dûrxistina dersxwanan ji gihîştin bi armancên serdemî ye.

Herwisa rakêşana bi zorî ya dersxwanan ji bo pirr kirina forma dersxwanên besîcî (besîcê danişamûzî) di xwendingehan de, û bilavkirina hemû cure madeyeke hişber ji aliyê dest û pêwendiyên rejîmê ve di xwendingeh û di zanîngehan de, ji kiryarên kirêt ên deshilatdarên rejîma Îranê ne, bona vê ku ji aliyekî ve bîr û hesta dersxwanan ji hesta nîştimanperwerî û azadîxwazî betal bike, û ji aliyekî din ve wan bike guhdar û peyrewê siyasetên xwe, da ku hertim li çalakiyên rejîmê de, weke rêpêvînên hikûmetî mihayê bistîne. Yan bîra xwe ya paremayî di nav wan de bilav bike.

Herwisa serbarê wan hemû karan rejîm bi rêxistina geryanên mesebî, li jêr navê “Rahiyan Nûr”, (rêvîngên ronahiyê), bîra şer û merg û mirîperestiyê di nav wan de bilav dike. Lewra salê bi dehan dersxwanî di vê riyê de bi sedema bûyerên tirafîkê canê xwe ji dest didin.

Ji aliyekî din ve karbidestên perwerde û hînkirinê, civata malbatên dersxwanan tenê bo dabînkirina pêwîstiya dersxwanan ji riya wergirtina perê bi zorî ji bo malbatên dersxwanan bi kar tîne.

Lewra her di destpêka sala xwendinê de, berpirsyarên îdareyên perwerde û hînkirinê li parêzgehên Kurdistana rojhilat serbarê vê ku şiyana dabînkirina îmkanatên hewce ji bo xwendingehan tunînin, bi armanca dabînkirina sotemenî û hewcehiyên xwendingehê berpirsyarên xwendingehan agehdar kirine ku perê bi zorî bi qasî 50-100 hezar tûmenî ji malbatên dersxwanan wergirin.

Lê beşeke berçav ji malbatên dersxwanan bi sedemên wekî zexta aborî û kêmiya dahat û destengiyê, nikarin vê pereyê bidin û bi vê sedemê ve, dersxwan di gel metirsiya derkirin yan bê parkirina ji xwendinê berbirû dibin.
Bo sala xwendinê ya 2014-2015 (93-94)’an seraneya xureka her dersxwanekî/ê di herêmên bêpar û gundan de, 90 hezar tûmen e, ku heya niha ew pere nehatiye dan. Van sedem û gellek sedemên din weha kirina ku li ser asta xwendinê parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiye wekî parêzgehên herî nexwendewar ên Îranê bêne hesêbandin. Perwerdehiya Komara Îslamiya Îranê tu carî hewl bo çareserkirina kêşeyên dersxwanan û xwendingehan nedaye, û heya gellek caran yasa û rêsayên xwe jî derheq perwerde û hînkirinê berçav nagire, û heya rêxweşker û sebebkarê sereke ye derheq paşvemayîna perwerdehî û hînkirinê bi taybetî di Kurdistana rojhilat de.