Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandek ji pêwendiyên PDKÎ serdana Enistîtuya Siyaseta Derve ya Norvêjê kir

15:34 - 22 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Şandek ji pêwendiyên Partiya Demokrat a kurdistana Îranê serdana “Sverre Lodgaard” li Enistîtuya Siyaseta Derve ya welatê Norvêjê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Înê 21’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, şandek ji pêwendiyên PDKÎ li Norvêjê ku pêk hatibû ji Ezîm Elyasî û Fireyîdun Alîxanî, serdana Enistîtuya Siyaseta Derve ya Norvêjê kirin û di vê hevdîtinê de tev Sverre Lodgaard rûniştinek lidar xistin.

Sverre Lodgaard wek vekoler, şarezayê payebilind li ser Îranê di vê navendê de kar dike ku niha li ser 3 piroje bi navên “Bihara Eebî, Îranê Tirkiye û çeka etomî” vekolîn dike.

Destpêka hevdîtinê de besek kurt li ser dîroka PDKÎ bû ku li wî varî de amaje bi ragehandina Komara Kurdistanê, hiloşîna wê komarê piştî 11 mehan, domandina xebata nehînî heya şoreşa gelên Îranê, pişikdarîkirin li hiloşîna rejîma paşayetî û konterol kirina pişkekî berçav ji axa Kurdistanê ji aliyê hêzên pêşmerge ve, helsengandina şerê navbera Kurd û rejîma Îslamî hat kirin.

Paşan beseke kurt li ser rewşa Rojhilata Kurdistanê bo Sverre Lodgaard kir, şanda PDKÎ li Norvêjê basa siyaseta paremayî hêlana Kurdistanê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve kir û bas ji meşê wê dawiyê jî hat kirin ku ji aliyê xelkê ve bo ragehandina piştevanîkirin ji Şengal û berxwedana Kobanê hatibû lidarxistin.

Bi nerîna Sverre Lodgaard li ser rewşa Kurd bi giştî got: Baştirîn derfete bo gelê Kurd hetiye pêş bo gihîştin bi amancên xwe û gelek geşbîn im ku Herêma Kurdistanê ber bi serbixwebûnê ve biçe.

Li ser siyaseta Tirka û Îranê derheq bi serbixweyîya Herêma Kurdistanê, navbirî got: Tirkiye bi dijî vê karî nabe çimkî qazanc dike, lê rejîma Îranê dijî vê yekê dibe û ew dijayetiye heta hetayî dimîne.

Herwiha ew kesayetiye got: Bi nerîna min Xamineyî rêberê rejîma Îranê hest bi tirsê kiriye, ji kesek digeriya ku destilatdariyeke zêdetir di welat de hebe ji ber him bikare piştevaniyeke baş be bo hundir û him jî bikare derve razî bike û di dawiyê de ambargûyên li ser Îranê wêde bide û bo wî karî jî Hesen Rûhanî hilbijard, navbirî wa dizanî ku Rûhandî ji Xamineyî destilatê wî berfirehtir e û got jî eger Îranê û Amerîka li ser bernameya Navikî bigîjin lihevkirinê, ewa Îranê li varî aborî ve geşe dike û lê her du aliyan ve dijberê vê lihevkirinê yê hebe.