Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Parlemana Ewropa de konferansa taybet bi Kurdên Îzedî bi rêve çû

18:22 - 22 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Cemîl Fethî, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Biljîkê hevdem ligel Xanima Munîk Simîtis, di konfiransek ku ji aliyê parlemana Ewropa di pêwendî ligel rewşa Kurdên Îzedî bi rêve çû, pişikdarî kirin.

Li gor rapora malper Kurdistanmedia, roja Çarşemî 19’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, Cemîl Fethî nûnerê PDKÎ li welatê Biljîkê û xanima Munîk Simîtidçs, harîkara pişka pêwendiyên PDKÎ li welatê Biljîkê, di konfiransek ku ji aliyê Parlemana Ewropa ve li ser rewşa Kurdên Îzedî, devra Rojhilata Navîn, niha û pêşerojê hatibû lidarxistin, beşdarî kirin.

Di wê konferansê de li rewşa komkujiya Îzediyan ku ji aliyê girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê hatiye kirin, rewşa devere Rojhilata Navîn, niha û pêşeroj û êrîşên DAÎŞ’ê bo ser herêma Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê û jînosayîta wan bas li ser hatinkirin.