Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine / Hebûna 1400 hektar ji mayînên çandî

19:10 - 22 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Cêgirê siyasî yê ewlehî yê parêzgeha Sine ragehand, 1400 heztar ji rûbera Sine mayînên çandî têde bûna wan heye.

Nûçegihaniyên fermî yên rejîma Îranê li devê cêgirê siyasî yê ewlehî yê parêzgeha Sine bilavkirin, ku pitir ji 1400 hektar ji rûbera Sine mînên çandî têde hene.

Li gor axaftina karbidest rejîmê, deverên sînorî ên parêzgeha Sine heya niha ji mînên çandî yên şerê 8 salî ê rejîma Îranê û Îraqê nehatine paqijkirin û bo paqij kirina wan deverane hewceyî bi 10 milyar Tûmen pere heye.

Li gor amara fermî ên rejîma Îslamî ya Îranê di sala 2012’an de, parêzgeha Îlam bi rûbera yek milyon û 700 hezar hektar, Xuzistan bi rûbera yek milyon û 380 hezar hektar, parêzgeha Kirmanşan, bi rûbera 691 hezar hektar, Urmiye bi rûbera 59 hezar hektar û Sıne bi rûbera yek hezar û 500 hektar, bi rêz zaftirîn mîn têde bûna wan heye.

Li gor daxûyaniya agahî a NY, bi sedema teqîma mîn salane di Îranê depitir ji 15 heta 20 hezar kuştî û birîndar hene û ku ji %80 wan kuştî û birîndarane xelkên sivîl in.

Di vê pêwendiyê de di çend rojên borî de, du hemwelatiyên Kurd xelkê bajarê Qesra Şîrîn a ser bi parêzgeha Kirmanşanê, bi sedema teqîna mînê hatin birîndarkirin.

Li gor rapora han, du hemwelatiyên Kurd ku mijûlê cotyariyê li nav zeviyên xwe de li devera Gendomban a Sumarê bûn, mînek titeqe û bû sedem ku ew du kese birîndar bibin û paşan bo nexweşxaneyekî Îslamabadê veguhastin.

Gorî serhejmariyên fermî ku hatine bilavkirin, di 10 salên derbasbûyî de 126 hemwelatiyên Kurd xelkê Qesra Şîrîn bi sedema teqîna mayînên çandî ên serdemê şerê Îran û Îraqê de hatine kuştin.

Di heyamê 5 salên derbasbûyî de pitir ji 3 hezar û 250 mayînên serdema şerê 8 salî yê di navbera Îranê û Îraqê de teqîne û ji xeyînî birîndaran 800 hemwelatiyên Kurd di Kurdistana Rojhilatê de canê xwe ji dest dane.

Di heyamê yek sala derbasbûyî de 20 hemwelatiyên Kurd di Kurdistana Rojhilatê de bi sedema teqîna mînan canê xwe ji dest dane.

Ligel ku 25 sal di ser şerê navbera Iraq û Îranê re derbas bûye, lê hê dijminekî veşartî bi navê mîn metirsiyeke cidî ye bo ser canê welatiyên Îranê û bi taybetî welatiyên Kurd li Rojhilata Kurdistanê ku salane canê çendîn hevwelatiyên Kurd distîne.

Li gor amar û zanyariyan 6 milyon hektar ji axa Îranê bi mînan hatiye çandin ku, bi tevahî 16 milyon mîn li seranserî Îranê hene û çar parêzgehên Kurdistana Rojhilatê (Îlam, Kirmanşan, Sine û Urmiye) ji ber rewşa taybet û sînorbûnê rêjeya herî zêde yan mînên çandî heye û bûyerên herî zêde yên mînan jî di wan 4 parêzgehan de diqewimin.

Lêkolînên meydanî ku di çarçoveya zirarnasiya mayînan de ji aliyê encumena piştevanî ji qurbaniyên mîn ve hatiye kirine ku bi wî awaye ye : Pêş sala 1989’an 30 hezar kes bi sedema mayînên ku li şerê navber Îran û Îraqê de ku 8 salan doman, hatine kuştin ku %90 wan qurbaniyane hemwelatiyên sivîl, şivan, zarok, rûniştiyên gundan, kedkar, û hejmareke kêm jî leşker û hêzên jinavbirina mînan bûn e ku piraniya wan qurbaniyane xelkê Kurdistana Rojhilatê bûne.

Nêzî bi %30 bûyerên teqîna mînan ku di Îranê de hatine gorê li parêzgeha Kirmanşanê bûne ku 700 hektar ji zeviyên wî parêzgehê mîn têde hene ku di heyamê wan 26 salane de nêzî bi %50 wan zeviyane ji mayîn paqij kirine.

Kirmanşan %3,34, Sine %9,23, Urmiye %3,13 û Îlam %1,16, rêjeya bûyerên mayîn di 4 parêzgehên Rojhilata Kurdistanê de ye ku piraniya wan qezayane li gundan de bûye.