Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seredana PDK a Bakûr ji Polîtbîroya PDKÎ

12:38 - 23 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Bakûr seredana polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê şandek a wê partiyê we hatin pêşwazî kirin.

Li gor raporta malpera Kurdstanmedia, roja Pênşemî 20’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, şandek ji PDK a bakûr bi serperestiya “Sertaç Bucak” serokê giştî yê vê partiyê, seredana polîtbîroya PDKÎ kir û ji aliyê şandek ji wê partiyê bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî û hejmarek ji endamên rêberî a wê partiyê we hatin pêşwazî kirin.

Di wê seredanê de, Sertaç Bucak, axavtinek li ser pirsa Kurd li Bakûr û pêvajoya gotûbêj a navbera Ebdulla Ocelan û dewleta Tirkiyê û astengên ser riya vê pirosê û siyaseta têkderane a rejîma îslamî bo sekinandina vê pêvajoyê pêşkeş kir û got ku pêvajoya gihîştin bi aştî, dêmokrasî, mafên siyasî û neteweyî ên Kurd li bakûr, hewcehî bi birêvebirina siyasetekî rastbînane heye û harîkarî û pişikdariya tev hêzên siyasî ên bakûr remza sereke a bi armanc gehşîtina vê pêvajoyê ye.

Sertaç Bucak herwisan êşare bi şerê terorîstî yê DAÎŞ û herwisan cehdên wan bo aloziya rewşa siyasî û ewlehî a Kurdistanê ku di Rojhelata Navîn de, herêmeke ku azadî û demokrasî û asayiş têde cihgîr e, got ku erkê her takekî Kurd e ku di sengera parastina destkevtên neteweyî yê gelê Kurd xebat bike û derfetê nedin wê grûpa terorîstî bi armancên dijî mirovî yên xwe bigihîjin.

Piştre Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê PDKÎ keyfxwaşiya xwe bo vê seredanê da xuya kirin û li ser bas û mijarên pêwendîdar bi pirsa kurd bi giştî axivî û got ku ew hizr û nêrînên we cihê rêz girtinê ye û ewa siyasetekî rast û neteweyî ye û em rêzê jê digrin, herweke we bas jê kir, bi armanca gehîştina Kurd li her parçeyekî Kurdistanê de, tenê ji rêya yeketî û hevgirtinê we dibe û di asta navneteweyî de jî ev siyasete hewceye di astekê de be ku tevgera mafxwazane a Kurd ji aliyê kom û civakên siyasî û mirov hez we bihê harîkarî kirin.

Mistefa Hicrî di doma axavtina xwe de îşare bi siyaseta terorîstî a rejîma îslamî a Îranê û dijatiya rastewxwe tevî bizava mafxwazane a gelê kurd û pirsa dewleta serbixwe a kurd ji aliyê vê rejîma terorîstî we kir û got rêber a aliyên siyas yên kurd nabe vê siyaseta rejîma îslamî bi kêm bigrin û çend nûmûne ji siyaseta destêwerdan a vê rejîmê di rojhelata navîn û Îraq û Kurdistanê de anîne ber basê.

Piştî axavtina Hicrî, Sertaç Bucak sipasiya Sekreterê Giştî yê PDKÎ kir û got ku bo arîkarî û têkiliya dostane tevî PDKÎ ew amadene, û partiya we dîrokekî geş û serbilind di xebata gelê Kurd de qeyd kiriye û hevxebatî bi ve re cihê serfiraziya me ye.