Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojane 6 haletên ji hev cudabûnê di Sine de rû dide

14:44 - 23 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Bûyera teleq di parêzgehê Kurdakincî yên Îranê roj ligel rojê jihel diçe û parêzgeha Sine li varê serhejmariya telaqê de çaremîn parêzgehe di Îranê de.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, li heyamên çend salên borî amara ji hev cudabûnê li Îranê bi giştî û bi xasmanî li Kudistanê di jihelbûnê de ye.

Li gor serhejmairyên fermî yên rejîma Îranê ku cêgirê pişka pêşgîrî îdarey Bêhzistî a Sine bilav kiriye ku di heyamê sala derbasbûyî de, 1500 haletên telaqê li parêzgeha Sine rû daye.

Herwiha li gor wan amarane, zevac bi berhevdan ligel zafbûna ji hev cudabûnê, kêm bûye.

Serhejmariya serdana malbatan li dozgeriyên malbatan jî vê yekê nîşan didin ku rojane 17 heta 21 dosyeyên pêwendîdar bi telaqê li Sine diçe dadgehên rejîmê.

Amara telaqê pêştir ji aliyê navenda Kodik ve hatiye bikavkirin ku basa bûyera pitir ji 2 hezar telaqê ji 6 mehên yekema evsal dike.

Her di wê pêwendiyê de, di 7 mehên destpêka sala 1393’an a Rojî de, hejmara telaqê li parêzgeha Urmiyê ber bi jiheçûnê ye.

Bi pişt girêdan bi navenda Kodikê ya rejîma Îranê, li her 6 haletên zevacê li parêzgeha Urmiyê, yek halet bi telaqê dawî tê.

Li gor serhejmariyan li parêzgeha kirmanşanê li hember her 4 haletên jiyana hevpar yek halet telaq hatiye tomarkirin.

Piştre jî nûçegihaniya Îsna li devê wezîrê dadugusteriya Îranê bilav kir, 14 milyon dosyeyên telaqê li dadgehên Îranê bûna wan heye.

Di 7 mehên derbasbûyî de, 19 hezar û 447 heletên jiyana hevpar û 3 hezar û 440 heletên ji hev cudabûnê hetiye tomarkirin.

Serhejmariya jiyana hevpar di vê heyamê de, bi berhevdan ligel sala borî, ji %3,8 kêm û amara telaqê ji %13,1 jihel çûye.

Karzanên civaknasî, tûşbûna medeyên sirker, maytêkirina derekî, tondajo, şikkirin bi hevjîna xwe, nebûna dahat, nexweşî û pirsgirikên rewanî, jiyana hevpar ya îcbarî, nçbêkarî, pirgirika kulturî, pirsgirika sêksî ji sereketirîn sedemên jihelçûna ji hev cûdabûnê (Telaq) dizanin.