Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya şandekî PDKÎ di kora serxweşiya Dr. Kemal Fuad de

13:56 - 24 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Heyetekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li kora serxweşiya Dr. Kemal Fuad di mekteba siyasî a Yeketiya Nîştemanî a kurdistanê de pişikdarî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, bi hinceta koça dawiya Dr. Kemal Fuad endamê pêşîn yê mekteba siyasî yê YNK roja Şemî 22’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, şandekî PDKÎ bi serperestiya Mihemed Nezîf Qadirî endamê deftera siyasî a PDKÎ serdana mekteba siyasî ya YNK li bajarê Silêmaniyê de kir.

Şandekî PDKÎ di vê korê de, serxweşiya PDKÎ bi Kosret Resol cêgirê sekreterê giştî yê YNK û endamên serkirdayetiya YNK û Cemal Fuad birê Dr. Kemal Fuad ragehand in.

Piştre jî PDKÎ di peyamekê de, serxweşiya xwe arasteya YNK û malbat û kes û karê Dr. Kemal Fuad kiribû.