Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Can Kêrî: Astengî û arîşeyên micid li hember gotûbêjên Navikî hêj weke xwe li cih de mane

19:53 - 24 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Wezîrê karûbarê derve yê Amerîkayê ragehand ku astengî û arîşeyên micid li hember gotûbêjên Navikî hêj weke xwe li cih de mane.

Li gor rapora nûçegihaniya Associated Pressê roja Şemî bervara 22’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, di heyamê du roj heya roja diyarkirî a gotubêjên Navikî, Can Kêrî, wezîrê karûbarê derve yê Amerîkayê ragehand, valayeke micid li danustandinên Navikî navbera her du aliyên gotubêjê de weke xwe mane.

Wezîrê karûbarê derve yê Amerîkayê di axaftina xwe de ragehand ku tevî wezareta derve yên Îmarat, Behrên, Qeter, Kanada û Tirkiyê di pêwendî ligel pirogirama Navikî a rejîma Îranê ji riya telefonê ve axivî ye.

Herwiha di heman rojê de Firank Îûtayîn Mayîrê wezîrê karûbarê derve yê Almanê ragehandibû ku devre dîmena dest gihîûtin bi lihevkirina dawî ji gotubêjên Navikî, be temamy eşkere nine.

Her di wê pêwendiyê de 11 kes ji sênatorên komarîxwaz yên Amerîkayê, rejîma Îranê bi mezinterîn piştevanç terorîzê di cîhanê de dizanin û di daxûyaniyekê de derheq be lihevkirina xirab tevî rejîma Îslamî ya Îranê hişdarî dene Obama û xwazyarê vê yekê bûn ku hemû damezrênerê Navikî yên rejîma Îranê ji nav bibin.