Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kedkarên Kurd bi sedema girtina elektronîkê mirin

13:12 - 25 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Di avahiyekî bajarê Seqizê de bûyera elektronîkê hate gorê û canê du kesan girt.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, heftiya derbasbûyî sê kedkarên Kurd di demekê ku di nav avahiyekî tewawnebûyî de li taxa Beharistana jêrîn a bajarê Seqizê mijûlê kar kirinê bûn, tûşî bûyera girtina elektronîkê bûn di encam de du kes ji wan canê xwe ji dest dan û yê din jî hatibû birîndarkirin.

Raport bas ji vê yekê dikin ku bi sedema îtisala sîman ew bûyere tê gorê.

Nebûna îmkanat û alavên sitandardê berçav negirtina îmeniya hewce ji aliyê xwediyê kar veê salane hejmarek zaf ji kedkaran dibine qurbanî.

Li gor nûtirîn amarên pêwendîdar bi bîmeya kirêkaranên parêzgeha Sine ku sala borî hatibû bilavkirin, 15 hezar kedkar di wî parêzgehê de ku karta şarezayiyê hene ji karta bîme bêpar in.