Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihabad / Piştî ragehandina gireva giştî dehan Kurd hatin girtin

15:49 - 25 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Piştî bilavbûna pirogirama rapirsî a Navenda Deng û Reng a Mihabadê hejmarek ciwanên Kurd ragehandin ku eger navend daxwaza lêborînê ji xelkê Mihabadê neke, yê gireveke berfireh lidar bêxîn in, her ji ber vê hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê dehan hemwelatiyên Kurd girtin.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 22’ê Çiriya Paşîn a 2014’an ciwanên Mihabadê derheq bi rapirsiya Navenda Deng û Reng û bi berhevkirina Hesen Zîrek ligel du stranbêjên Farisê dijkiryarek nîşan dan.

Hêzên îdareya Îtilatê a rejîma Îslamî ya Îranê û Hîfazeta Îtilata Sipaha Pasdaran li Mihabad piştî ragehandina lawên Mihabadê bo gireva giştîê ew bajare bi hêzekî zaf mikîtarîze kirin û hatûçûyîna hemwelatiyan xistine jêr konterola xwe.

11473.jpg

Piştî destnîşan kirin û ragehandina demijmêr 4’ê nîveroya roja Yekşemî 23’ê Çiriya Paşîn a 2014’an bo gireva giştî a xelkê Mihabadm li mekana karaca Baxê Mikayîl, rejîma Îranê bo nehêştina vê gireve, dest bi gefan û gazîkirin û girtina hemwelatiyên Kurd kir.

Li gor raporta gihîştî destê malpera Kurdistanmedia, serbarê milîtarîzekirina bajarê Mihabadê, hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê dehan hemwelatiyên Kurd û çelengên sivîl bangkirin û girtin.

Ajansa Kurdpa, nasnameya 3 hemwelatiyên Kurd ên binçavkirî yên bajarê Mihabadê eşkere kir: “Xebat Mengurî” temen 30 salî û kurê Silêman û “Kamyar Nazmî” û herwiha “Soran Yahû” ji wan kesanene ku hatin girtin.

Çavkaniya han herwiha bas ji girtina pitir ji 100 kes ji ciwanên Kurd ên bajarê Mihabadê dike ku ji aliyê navenda Ewlehî ve hatine bangkirin.

Hinek ji wan girtiyane di îdareya Îitalat û Hîfazeta Îtilata Sipa Pasdaran de ragirtine û çarenivîsa hejmarek ji wan girtiyane tu agahiyek li ber dest nine.