Kurdistanmedia: Civîna partî û aliyên siyasî û kulturî ên Kurdistanî li welatê Swêdê bo pêdeçûnkirin bi kar û çalakî û cîbicîkirina erkên giştî ên neteweyî û nîştemanî yên gelê Kurd, bi rêve çû.
Li gor malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 23’ê Çiriya Paşîn a 2014’an civînek bi hinceta çalak kirina komîteya hevpar ku çend sal berî niha bo birêve birina kar û çalakî û cîbicîkirina erkên giştî ên neteweyî û nîştemanî yên gelê Kurd hatibû avakirin, bi rêve çû.
Ew civîna bi pişikdariya komîteya halîkarî a hêzên siyasî ên Kurdistanê, Fidirasiyona Komeleya Kurdistanî, Encumena Nîştemanî a Kurd li Sûriyê, PYD û Encumena Kurdên Rojava li bargeha fidirasiyonê li bajarê Sitokholmê a peytexta welatê Sêwdê, di rêve çû.
Destpêka civînê de bi ragirtina deqeyek bê dengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê hemû şehîdên riya rizgariya Kurdistanê û bi bixêr hatin kirina amadebûyan û xanima Susen berpirsa Fidirasiyona Komeleya Kurdistanî, dest pê kir.
Nûnerê partî û aliyên pişikdar, di wê civînê de ra û bûçûna xwe anîne ber bas û paşan li ser yekdengî û yekrêziya Kurd, bi xasmanî di rewşa niha de, tekez kirin û biryar dan ku piştre erkên nîştemanî û giştî bi hev re encam bidin.
Di encama wê civînê de komek xalên hevpar hatin pejrandin û biryar li ser dan ku di pêşerojê de cîbicî bikin.
Komîteya halîkarî a hêzên siyasî yên Kurdistanê, nûnerayetiya piraniya hêz û aliyên siyasî yên çar parê Kurdistanê dike û di vê komîteyê de Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî pişikdar e û berpirsayetiya wê komîtê li sitûyê wî de ye.