Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

183 hezar nexwendevan di Urmiyê de hene

19:20 - 26 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Rêveberê Perwerdeya bajarê Urmiyê ragehand ku bajarê wan yek ji sê bajarên nexwendevan ê Îranê ye.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, rêveberê Perwerdeya bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ragehand ku bajarê wan yek ji sê bajarên nexwendevan ê Îranê ye.

Navbirî got: “Parêzgeha Urmiyê ku 42 bajar, bajarok, qeza û nehye pêve girêdayî ne û nifûsa wê zêdeyî 3 milyon kes e, li gor amarên dawî li parêzgehê 183 hezar nexwendevan hene”.

Li parêzgeha Urmiyê 5 hezar û 370 debistan hene û 557 hezar û 112 xwendekar li wan dixwînin. Û bi giştî di parşzgeha Urmiyê de nêzî bi 233 hezar nexwendevan hene. Pirsa nexwendevaniyê di demekê de ket rojevê ku berpirsên Îranê behsa nehiştina nexwendevaniyê dikin.

Bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, bajarekî dewlemend e û akinciyê wê ji Kurd û Tirkên Azerî pêk tên. Urmiye bi gola xwe jî navdar e ku niha hino hino ziwa dibe û berpirsên Îranê ji vê mijarê berpirs tên dîtin.

Di wê pêwendiyê de, li gor ramarên ku ji aliyê Navenda Perwerde û Hînkirina rejîma Îslamî a Îranê ve hatiye bilavkirin, li Parêzgehên Kurdistana Rojhilatê “Sine zêdeyî 286 hezar, Kirmanşanê zêdeyî 307 hezar, Îlamê nêzî 84 hezar û Urmiyê nêzî bi 233 hezar” nexwendevan hene.

Herwiha li gor raporên ku hatinî bilavkirin, bi giştî di Îranê de zedeyî 10 milyon kes di temenê serveyî 10 saliyê de nexwendevan in ku %57 li gundan û %43 li bajaran dijîn.