Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ed Rûyîs: Givaşên zafdetr ên aborî li ser rejîma Îranê di rê de ye

12:12 - 27 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Berpirsê komîteya pêwendiyên derve yê Parlemantoya nûnerên Amerîkayê di pêwendî ligel paşekêşiya Îranê ji pirogirama Navedî û dirêjkirina gotubêjan, daxûyaniyek bilav kir.

Li gor nûçegihaniya malpera Kurdistanmedia, Ed Rûyîs berpirsê komîteya pêwendiyên derve yê Parlemantoya nûnerên Amerîkayê di daxûyeniyekê de tekez kir ku siyaseta rejîma Îranê nehatiye guherîn û tenê biryarderê wî rejîmê, Wîlayeta Feqîh e û ragehandiye “Tu sedemek nine ku bîr bikeyîn ku ewa Wîleyeta Feqîh a rejîma Îslamî ya Îranê di çend mehên pêşerojê de bi cireke din wê pirsê cîbicî bikin”.

Di beşeke din a wê daxûyaniyê de hatiye, serokê komîteya derve yê parlemana nûnerên Amerîkayê eşkere kiriye ku ew gotubêjane tu bandorek li ser rewşa bernameya Navikî a Îranê nebûye.

Ew sênatore komarîxwaze yê Amerîkayê tekez kir “ Dem bi qazanca rejîma Îranê derbas dibe, ji ber vê ye ku bi tojînewe û berhemanîna Santirîfiyûjan dirêje heye.

Piştî bê encam mana danustandinên Navikî û destpêrenegihîştin bi lihevkirinê di bervara 24’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, komarîxwazên Maerîkayî dirêjbûna gotubêjên Navikî bi qazanca rejîma Îranê dizanin û ragehandine ku rejîma Îranê tenê di hewla kirîna demê de ye û bi dirêjkirina danustandinan bi armanca xwe gihîştin e.