Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Liqa Kongireya Neteweyên Îrana Fîderal li Amerîkayê ava bû

15:26 - 27 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Partî û aliyên siyasî yên endamên Kongireya Neteweyên Îrana Fîderal, liqa wê kongirê li Waşîngtonê ava kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 23’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, li ser daxwaza komîteya PDKÎ li Amerîkayê, parên siyasî yên endam li Kongireya Neteweyên Îrana Fîderal li Waşîngtonê civînek lidarxistin.

Di destpêka wê runiştinê de deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistan hat ragehandin.

Piştire berpirsê komîteya PDKÎ çend gotinek derheq bi hewceya damezrandina liqa Kongireya Neteweyên Îrana Fîderal li Amerîkayê de pêşkeş kir.

Di dirêjahiya wê rûniştinê de, nûnerên part û aliyên siyasî ên pişikdar, nerîna xwe li ser avakirina liqa Kongireya Neteweyên Îrana Fîderal li Amerîkayê pêşkeşkirin.

Di vêcivînê de pirojeya avakirina Kongireya Neteweyên Îrana Fîderal liqa Amerîkayê hat pejrandin û herwiha piroje û kar û çalakî bo pêşerojê hatin gelalekirin.