Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di semînara Ehmed Şehîd li parlemana Swêdê de pişikdarî kir

20:08 - 27 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Hemîd Teyîmûrî, nûnerê PDKÎ li welatê Swêdê, li semînara Ehmed Şehîd, rêporterê taybet yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bo pirsa mafê mirov di Îranê de, beşdarî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Ehmed Şehîd rêporterê taybet yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo pirsa mafê mirov di Îranê de ji aliyê çend saziyên Swêdî ve bo birêvebirina çend semînarek, bo wî welatî hat gazîkirin.

Heyetekî PDKÎ ku pêkhatibû ji Hemîd Teyîmûrî berpirsê pêwendiyên PDKÎ li welatê Swêdê û Cemîle Hesenxanî berpirs û nûnera Kongireya Neteweyên Îrana Fîderal, bi bang kirina fermî a rêveberên semînara taybet bi pirsa mafê mirov li Îranê ku li bervara 26’ê Çiriya Paşîn a 2014’an li Parlemana Swêdê de bi rêve çû, pişikdarî kirin.

Semînara han ku ji aliyê Partiya Çep a Swêdê ve hatibû organîzekirin li du beşên sereke de bi rêve çû, pêşkeşkarên mijaran ji aliyê Ehmed Şehîd û kesên din ku basa wan taybet bû bi rewşa mafê mirov li Îranê û bi xasmanî gelên bindest yên Îrana jêr destilatdariya rejîma Îslmaî û herwiha nerîn û têbîniya amadebûyan, hatibû lidarxistin.

11513.jpg

Di destpêka wê semînarê de, Ehmed Şehîd bi giştî baseke kurt li ser zirûfa Îranê kir û di axaftina xwe de basa binpêkirina mafê mirov li Îranê anî gorê.

Rêporterê taybet yê NY li ser nebûna azadî û demokrasî û pirsgirika olên wek Sunî, Mesîhî, Behayî û....hwd, basek pêşkeş kir û herwiha di dirêjahiyê de basa çeka Navikî ku îro bala cîhanê bo aliyê xwe kişandiye kir û got bi her awayekê ku bibe dibe pêşiya vê yekê bê girtin, kir.

Şehîd basa zimanê zikmakî a gelê Îranê û cîbicî nekirina benda 15 a yasaya bineretî a rejîma Îranê kir û got: “Bervajî sozên Hesen Rûhanî serkomarê rejîma Îslamiya Îranê tu pêngawên micid di wê pêwendiyê de nehatiye havêtin”.

Di dirêjahiya semînarê de “Şule Zemînî” û “Dr. Hûsên Nayîb Haşim” ku endamên saziya Suyîdwînd li welatê Otrîşê ne basa mafê mirovan li Îranê kirin.

Di dawiya semînarê de jî ku hatibû terxankirin bû ra û bûçûnan ku piraniya partî û aliyên siyasî ên Kurdistanî û biyanî pişikdar bûn.