Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qurwe/ Hemwelatiyekî Kurd ji aliyê hêzên Ewlehî yê rejîm ve hat girtin

13:24 - 30 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Di pêla nû a binçav kirina hemwelatiyên Kurdistanî, rojane welatiyeke Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîm ve hagiye girtin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, di heftiya borî de hêzên Ewlekar ên rejîma Îslamî ya Îranê êrîş kirine ser mala hemwelatiyeke Kurd bi navê Hadî Tehmasibî û xelkê Qurwe û destbiserkirin.

Kempa berevanî ji girtiyên siyasî û sivîl bilav kiriye, hêzên Ewlekar ên rejîma Îslamî ya Îranê piştî ewê ku bi nayasayî çûne nav mala Hadî Tehmasibî, ew kese binçavkirine bo ciheke nediyar veguhastin.

Çarenivîs û sedema girtina welatiyê han piştî derbasbûna çend roj ji girtina wî kesî hêj weke xwe maye.

Herwiha di wê pêwendiyê de, Menîje Sadiqî ku ji çalakvana mafên zarok û jinan, roja Çarşemî 26’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, li mala xwe ji aliyê hêzên ewlekarî ve hat binçav kirin.

Roja Sêşemî 25’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, welatiyekî Kurd bi navê Luqman Semî’î xelkê Bokan ji aliyê hêzên Îtilatê a rejîma Îranê ve hat girtin.

Ew hemwelatiye bi tometa halîkarîkirin tev partiyekî Kurd ên dijberî rejîma Îranê hat binçavkirin.

Xebat Mengurî” temen 30 salî û kurê Silêman û “Kamyar Nazmî” û herwiha “Soran Yahû” ji wan kesanene ku li Mihabadê hatin girtin û hêj tu agahiyek li ser çarenivîsa wan li ber dest nine.

Li gor ramarên hatinî bilavkirin, di heyamê çend rojan de, p hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên Ewlekar yên rejîma Îslmaî ya Îranê ve hatine girtin û tu agahiyeke ji çarenivîsa wan kesena li ber dest nine.