Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gireva girtiyên siyasî ên Kurd li Sine û Zahidan jî serhilda

19:38 - 30 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Girtiyên siyasî yên girtîgeha Sine û Zahidanê ji gireve birçîbûna girtiyên siyasî yên Kurd ên girtîgeha navendî a Urmiyê pêştevanîkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, îro roja Yekşemî 30’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, piştî derbazbûna 11 rojan ji gireva birçîbûna girtiyên siyasî yên Kurd li zînda Urmiyê, hêj ji gireva xwe dest nekêşandin e.

Bi sedema pêrenegihîştin û kiryar û helwêstên na mirovane ên berpirsên girîgeha Urmiyê, roja Pênşenî 20’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, girtiyên siyasî yên Kurd ên wê girtîgehê dest bi gireva birçîbûnê da.

Piştî destpêkirina gireva girtiyên siyasî ên zîndana Urmiyê, girtiyên siyasî ên girtîgeha Sine û Zahidanê bi armanca piştevanîkirin ji gireva girtiyên Kurd ên zîndana Urmiyên, dest bi gereva birçînûnê dikin.

Hejmarek ji girtiyên siyasî ên girtîgeha navendî a girtîgeha Zahidanê ku hejmara wan ji aliyê kempêyîna berevanîkirin ji girtiyên siyasî û silîv 20 kes hatiye bilavkirin, piştevaniya xwe ji gireva birçîbûna girtiyên siyasî ên Kurd li girtîgeha Urmiyê ku bi nameyeke vekirî bo Komîsiyera bilind a mafê mirov, rêxistina lêborîn a navdewletî û rêporterê taybet a Saziya Neteweyên Yekbûyî li karûbarê mafê mirov di Îranê de, îlankirin.

Di nameya girtiyên siyasî ên Zahidanê de hatiye ku eger berpirsên girtîgeha Urmiyê pêdeçûn bi daxwazên girtiyên siyasî ên girtîgeha Urmiyê nekin, emê jî dest bi gireva birçîbûnê bikin.

Herwiha zîndaniyên siyasî ên Kurd li girtîgeha Sine bi bilavkirina daxûyaniyek peştevaniya xwe ji gireva girtiyên Urmiyê kirine û ragehandine ku eger bêdeçûn bi xwasên girtiyên siyasî ên girtîgeha Urmiyê nehêkirin, bo piştevanîkirina ji wan girtiyane emê gireva birçîbûna xwe dest pê bikin.

Girtiyên siyasî ên Kurd yên benda 12an a girtîgeha Urmiyê bo derbirîna narizayetî derheq bi nebaşbûna rewşa wan û herwiha givaş xistina ser girtiyên siyasî ji aliyê berpirsên zîndanê ve ji riya muhlet nedana malbatan bi dîtina zarokên xwe di girtîgehê de, îzna mifahwergirtin ji telefona zîndanê, veguhestina girtiyên siyasî bal girtiyên sûçdar bi tawançn giştî weke kuştin, dizî, kêrkêşan û ...hwd, dest bi gireva birçîbûnê kirin e.

Piştî destpêkirina gireva girtiyên siyasî yên Kurd li zîndana Urmiyê di roja Pênşenî 20’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, berpirsên girtîgehê çendîn caran bi girtiyên siyasî derheq bi pêregihîştin bi arîşe û pirsgirikên nav girtîgehê de soz cîbicîkirinê dane, lê piştî domandina gireva girtiyan, berpirsên zîndanê gefên curbacur weke zêdekirina girtiyan di nav bendan de xwarine.

Gireve birçîbûna zîndaniyên siyasî yên Kurd ên girtîgeha Urmiyê serbarê gefênxwarina berpirsên zîndanê, 11 roje ku hêj berdewam e.