Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Endamekî PDKÎ wefat kir

19:29 - 1 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Îbrahîm Sakan Dost kurê Mûsa endamê wefadar ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û xelkê gundê Hemama li devera Enzel a ser bi bajarê Urmiyê, bi sedema nexweşiya penceşêr di temen 62 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, bervara 1’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Îbrahîm Sakan Dost endamê wefadar ê PDKÎ û xelkê gundê Hemama ser bi devera Enzel li bajarê Urmiyê bi sedema nexweşiya penceşêr koça dawiyê kir.

Kekê Îbrahîm ji malbatekî şoreşgir û welaparêz ji dayîk bûye, navbirî di serdemê zarokatiyê û di dema ku malbata navborî seda pişikdarîkirin di şoreşa Agirî de ku dihatin asimîle kirin ji dayîk bûye.

Sakan Dost di serdemê şerê çekdarî yê PDKÎ li devera bakûrê Kurdistana Îranê, pêwendî bi partê ve girtiye û wek endamekî nehînî yê PDKÎ di vê deverê de xebat kiriye û gellek caran bi sedema alîkarîkirin ligel hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bikeve ber ezyet û eşkenceyên hêzên rejîma Îslamiya Îran.

Her di wê demê de ku bo serdan diçe cihekê dikeve ber mayînên çandî û bi tundî tê birîndarkirin.

Tirba Îbrahîm her êvara vê rojê di nav aporaya xelkê deverê de di nav gortistana gundê Hemama tê defnandin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşî ji malbata û kes û karê kekê Îbrahîm dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.