Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Swîsra/ Pişikdariya nûnerên PDKÎ li 18’emîn civîna serokayetiya UNPO

13:02 - 2 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Baban Elyasî bi nûnerayetiya Partiya Demokrat a kurdistana Îranê di 18’emîn civîna serokayetiya UNPO li bajarê Jinêvê a welatê Swîsra ê de pişikdarî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, rojên Înê û Şemiyê bervara 28 û 29’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, Baban Elyasî bi nûnerayetiya PDKÎ pişikdarî di 18’emîn civîna serokayetiya UNPO li bajarê Jinêvê li welatê Swîsrayê de kir.

Roja yekem a civînê, bi raporta serokayetiya UNPO ji aliyê Nigawan Çopêl û raporta sekreterê giştî yê UNPO Marîniyu Busdaçîn dest pê kir.

Paşan çalakiyên sala borî a saziyê, pirojeya karî a rêxistinê bo sala pêşerojê û herwiha raporta malî û mafê endamiyetî a endamên UNPO hat pêşkeşkirin.

Roja duyem a civînê bo gengeşekirina pirogiramên çend sazî a endamên UNPO û daxwaza endambûna çend rêxistinên din, hatibû terxankirin.

Di pişkekî din a vê civînê de, li ser rewşa çend neteweyî a endamên UNPO ku hertim bûrbirûyê tepeserî û tundtujiyê dibin hat gotubêjkirin.

Nûnerê PDKÎ di vê civînê de derheq bi rewşa Rojhilata Kurdistanê gotinek pêşkeş kir û ragehand:
- Tirsa dardekirina herjmarek girtiyên siyasî ên Kurd ji aliyên rejîma Îranê ve li gorê de ye.

- Rejîma Îslamî a Îranê berpirsê derxistina mînên çandî li Kurdistanê ye ku hertim qurbaniyan jê hebûne , lê tu girîngiyekê nadetê.
- Rewşa kolberan gelek nebaşe û rejîma Îranê bi yasa navdewletî girêdayî nine û herwiha ew mafe û pirsên ku pêwendî bi hînkirina zimanê dayîkî heye, tu girîngiyekê nadetê û tim ji aliyê rejîm ve hatiye binpêkirin.