Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Debax nûnerê Herêma Kurdistanê, yan nûnerê Spaha Quds a Pasdaran?

13:14 - 3 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistan

Heyamek e ku êrîşên ne rewa bo ser tevgera rewa ya xelkê Kurd di Kurdistana Îranê, û paknîşandana rûçikê dijî mirovî yê deshilata zal bi ser Îranê de, bûye karê hinek ji ragehandinan û hinek ji siyasiyên Kurdistana Îranê. Di vê navberê de renge navê Nazim Debax nûnerê niha yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerê pêşîn ê Yekîtiya Nîtimanî ya Kurdistanê di Tehranê de, ji yên din zêdetir li ser zar û zimanan bûye.

Debax û kesên siyasî yên wekî wî, serbarê beşdariya rasterast û ji mêjdem di nav refên xebata rizgarîxwaziya Kurdistana Îraqê de, û baweriya tewaw bi rewabûna xebata cihê şanaziyê ya xelkê Kurdistana Îranê li dijî rejîma dijî mirovî ya zal bi ser Îranê de, ku beşek ji xebta Kurdan ya di bi tewahiya beşên Kurdistanê de, li dijî stema neteweyî û dagîrkariyê ye, bi awayekî ku cihê heyirînê ye, hewl dide ku rastiyan berevajî nîşan bide, bi awayekî ku li gorî berejewendiya rejîma dijî Kurd a Îranê, û bi zirara tevger û xelkê mafxwaz ê Kurdistana Îranê be.

Eva ku berjewendiya wî ya şexsî, û yan jî cinahî, ya jî berjewendiya hikûmetekê ku bi berçav, ew wekî nûnerê xwe di Tehranê de destnîşan kiriye, di çi de ye, ku ew nûnerê wan ew qas xwe li ber dergehê rejîma Îranê xwe şirîn dike, û van axavtinên bê bingeh û ne dostane, li dijî tevgera Kurdistana Îranê dike, eva mijarek e ku mirov nagihîne çi cihekî, û hindî ku em dizanin, ew nikare bi van şêwe zimanlûsiyan ji bo rayedarên rejîma dijî Kurd a Tehranê, bandorê li ser guherîna dîtingeha dagîrkarane ya Komara Îslamiya Îranê, li derheq Herêma Kurdistanê danê, û di vir de ye ku armanca rastîn ya navbirî ji gotinên bi vî rengî şik û gumanan çê dike.

Nazim Debax di gotûbêja xwe ya herî nû de, digel weşana “Hemşehriyê Cewan”, dîsan jî bas ji hinek mijaran di vê derheqê de kiriye, ku di vê mijarê de, emê hinek ji wan gotinên wî bi kurtî şirove bikin:

Naweroka giştî û balkêş ya vê gotûbêja nîv demjimêrî, medahiyên navbirî yên ecêb û cihê matmayînê, li ser pasdar Qasim Sulêymanî fermandarê saziya terorîstî ya Qudsa Spaha Pasdaran e, ku berpirsayetiya wî di Komara Îslamiya Îranê de, û destêwerdana di nav karûbarên navxweyî yên welatên din ji riya perwerde, û amadekirin û şandina girûpên terorîstî bo derveyî Îranê, û navê wî wekî terorîsteke bed naw, di sertaserî cîhanê de, nîşana cînayet û mirovkujiyan e.

Debax di axavtina xwe de ji Qasim Sulêymanî, kesayetiyekî mirovdost, qehremankî rastbêj, sade û xakî, xelkî, û dilsojê xelkê Kurd bi nav dike. Debax di heman destpêka axavtina xwe de, eyara nîştimanperweriya xwe eşkere dike, ku rû li hevpeyvînkarê Îranî dibêje: “Me Kurdistan heye, we jî Sulêymanî”.

Em nizanin ku vê gotinê, bi wateya kûrahiya baweriya wî bi bi pasdar Qasim Sulêymanî bizanin, yan jî ew gotin nîşana ew qasê nefret û hêrsa wî ji Kurdistanê ye. Lê encama her du têgihîştinan jî tal e.

Di pareke din ya axavtinên xwe de Debax dibêje: “Me her demekê ku di vir de kêşe û arîşeyek hebe, û em bixwazin bi wezîr yan serkomar re hevdîtinê pêk bînin, tenê ji riya wî ve ye ku em dikarin bi awayekî lezgîn bigihîjin armanca xwe, û hekî ew bizane ku mijar gellek hewce ye, bi lez ji bo hevdîtinê, amadekariyên hewce dike”.

Ew axavtina zêdetir ji vê ku nîşana jêhatîbûna pasdar Sulêymanî be, nîşana lawaziya Debax û nûneratiya Herêma Kurdistanê, di welatê Îranê de ye, ku naskirina berjewendiyên xwe, hêlane hêviya wî fermandarê Spaha Quds, û li gorî heman gotinê, eva Qasim Sulêymanî ye ku diyarî dike ku Debax û alîkarên wî, çi demekê û li derheqê kîjan mijaran, herin xizmeta kîjan berpirsyarên Îranî.

Debax di doma axavtina xwe de digel sivikatîkirina bi partiyên xebatgêr yên Kurdistana Îranê, û navbirin ji wan wekî “teşkîlat” dibêje: “Me digel Îranê û tewahiya Kurdan li hev kiriye, ku ne ew sînorên me ji bo êrîşa li dijî Îranê bi kar bînin, û ne jî Îran xaka me ji bo êrîşa bejahiyê li dijî wan bi kar bîne.

Amadeyiya Qasim Sulêymanî wekî nûnerê Îranê bû sedema vê ku ew lihevkirin ser bigre. Hekî sedaqetek tunebe, bi avêtina narincokekê bo nav deftera van du teşkîlatan de (Partiya Demokrat û Komele), wê hemû lihevkirinê tevlihev bikin, û eva sedem dilovaniya Îraniyan e, ku tiştek wisa rû nade”.

Hekî ev gotina Debax rast be ku ewlehiya Herêma Kurdistanê tenê bi pifkirinek yan bi îşareyeke Sulêymanî tevlihev bibe, û Hikûmeta Herêmê û nawendên emniyetî, siyasî û leşkerî yên Kurdistanê, tu deshilatek tunebin, encama rewşeke bi vî awayî gellek metirsîdar e.

Jiber zehmet e ku hekî rejîma Îranê bi sanahî bikare cihekî tevlîhev bike, rehet rûnê, û hewl nede ke wî cihî tevlihev neke. Helbet hekî ew cih, beşek ji hewşa xelweta ya Spaha Pasdar, yan jî beylika rejîma Îranê be, wê demê helwest cuda ye.

Ji aliyekî din ve, renge Debax bîra xwe biribe, lê her ev partiyane, yan bi gotina wî van “teşkîlatan”, derbazbûyiyek dûr û dirêj ya xebateke bi xwîn, û tamkirina şikestê bi kesên giringtir ji bota fikrî ya Debax, di karnameya xwe de hene, û hekî niha xebata çekdarî ya xwe ragitine, tenê bi sedema parastina deskevtên neteweya Kurd, û ji bo cihgirkirina aramiyê di Herêma Kurdistanê de ye, hikûmeta deshilatdar di vê herêma aram de, kesayetiya hiqûqî ya nûnerekî siyasî daye wî.

Hekî Qasim Sulêymanî (bi gotina wî), bi avêtina narincokekê dikare her tiştî tevlihev bike, wê demê tevgera Kurdistana Îranê jî, hekî nerîneke wisa li ser Debax û hevhizrên wî bo siyasetê hebe, dikare bi qurbanîkirina deskevt û berjewendiyên neteweya kurd di Kurdistana Îraqê de, Kurdistana Îranê ji hebûna kesên wekî Qasim Sulêymanî paqij bike.

Lewra berevajiyê hizra wî, ewlehiya nihan ya Herêma Kurdistanê, ne “bi sedema dilovaniya siyaseta Îraniyan”, belkû bi sedema xebata xwînîn ya hizb, û xelkê tewahiya beşên Kurdistanê ye, ku di vê navberê de partiyên Kurdistana Îranê bi qebûlkirina berpirsayetiyê, roleke berçav û dîrokî hebûne, û retkirina rastiyên bi vî awayî ji aliyî her girûpekê ve be, wekî spasnekirin û pê nezanîn, di hemberî wan hemû alîkariyan de tê hesibandin.

Axavtinên bi vî rengî yên kesên wekî Debax, mirov dixe nav şik û gumanan de, ku gelo di rastî de ew nûnerê Herêma Kurdistanê di Îranê de ye, yan berdevk û nûnerê Spaha Quds di nûneratiya Herêma Kudristanê de ye? Axavtinên wî, bê hurmetiyeke eşkere bi heft dehikan xebata rewa ya gelê Kurd di Kurdistana Îranê de ye, ku hesta neteweyî ya xelkê Kurd di vê para Kurdistanê de birîndar dike, herçend ku ew di vê hevpeyvînê de bi eşkere dibêje ku: “Renge hinek ji Kurdan, têgihîştina wan ji axavtinên min wisa be ku bêjin eva Debax bûye nûnerê Qasim Sulêymanî, lê (axavtinên wan) bo min, ne giring in”.

Em hêvîdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hekî gotinên nûnerê xwe di Îranê de helwest û siyaseta fermî ya xwe nizane, bila bersiveke kêrhatiyê wan gotinê bê çine yên Debax, bide wî, û herwisa Debax jî bi pêdeçûnekê bi ser dîroka cihê şanaziyê ya neteweya Kurd û heya partiya xwe jî, qehremanên bê hejmar ên din jî, bi bîr bîne, ku kesên wekî Qasim Sulêymanî gellek caran di hemberî îradeya hesinîn ya wan de bi çok de hatiye, ew qehremanên ku di çeperên destanrêsî û şerefê de canê xwe dan, da ku niha hilgirên peyama Kurdistanê, qet daristanên Kurdistanê wekî çolistaneke rût nehesibînin, û herwisa şanaziyê jî bi vê nekin ku “Kurdistan bibe cihê geriyana şuxalên bîhanî”.