Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyên siyasî ên Kurd di 14’emîn roja gireva xwe de ne

18:47 - 3 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Gireva birçîbûna berfireh a piştevankirin ji girtiyên siyasî ên Kurd li girtîgeha navendî a Urmiyê, di piraniya girtîgehên Îranê de hatiye kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, di demekê de ku gireva birçîbûna girtiyên siyasî ên Kurd li girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê bo 14’emîn roja xwe diçe, piraniya girtiyên siyasî di girtîgehên din ên Îranê de piştevaniya xwe ji gitiyên siyasî ên Kurd li zîndana Urmiyê re ragehandin.

Zîndaniyên siyasî ê girtîgeha Zahidanê, Sine, Recayî Şar û hejmarek ji wan zîndaniyên ku bo başûrê Îranê hatine sirgûn xistin, di kiryareke hevpar de piştevaniye xwe bo girtiyên siyasî ên Kurd li zîndana Urmiyê re ragehandin.

Hêjayê gotinê ye ku navenda Ewlehî a rejîma Îslamî a Îranêdi meha Çileya Pêşîn a 2012’an, benda zîndaniyên siyasî hiloşandin û ew girtiye siyasiyane bo benda sûçdarên taybet û giştî veguhastine.

Herwiha di heyamê du salên borî de hejmareke zaf ji tawanbarên sûçdarên taybet weke kuştin, dizî, destdirêjî, qaçax, kirîn û firutina medeyên sirker bo benda girtiyên siyasî veguhastin e.

Piştî wan bûyerane ku ji aliyê berpirsên girtîgehê û bi biryara raste rast a navenda Îtilatê a rejîma Îranê ve hatiye encam dan, 29 kes ji zîndaniyên siyasî ên Kurd yên girtîgeha Navendî a Urmiyê bi awayeke girûpî li bervara 20’ê Çiriya Paşîna 2014’an dest bi gireve birçîbûnê dane.
Elî Efşarî, Ceifer Efşarî, Welî Efşarî, Hebîb Efşarî, Mensûr Arwend, Kêyhan Derwîşî, Şêrko Hesen Pûr, Mihemed Ebdullahî, Xizir Resûlî Rad, Saman Nesîm, Emîr Meladûst, Sîrwan Nejawî, Ceifer Mîrzayî, Îbrahîm Rizapor, Mihemed Ebdulbext, Ebdullah Esxerî, Erefat Esxerî, Ebdulrehman Sulêman, Seyîd Samî Hûsênî, Ebdullah Hemûdî, Ehmed Temûyî, Osman Mustefa Pûr, Bêhrûz Alxanî, Mustefa Elrehman, Yusif Kakemî, Seyîd Cemal Mihemedî, Elîriza Resûlî, Şoriş Efşarî û Mustefa Davûdî navên wan girtiyane ne ku bi sedema nebûna rewşa baş a girtîgeha navendî a Urmiyê, dest bi gireva birçîbûnê dane.

Berpirsên girtîgehê li destpêka gireva girtiyan de bi soz, erêyîn û gefxwearinan ji zîndaniyên siyasî xwasin dawî bi vê girevê bînin, lê serbarê ew hemû hewlên berpirsan, girtiyan dest bi gireva xwe bernedan.

Herwiha hejmarek ji girtiyên siyasî ên girtîgeha navendî a girtîgeha Zahidanê ku hejmara wan ji aliyê kempêyîna berevanîkirin ji girtiyên siyasî û silîv 20 kes hatiye bilavkirin, piştevaniya xwe ji gireva birçîbûna girtiyên siyasî ên Kurd li girtîgeha Urmiyê ku bi nameyeke vekirî bo Komîsiyera bilind a mafê mirov, rêxistina lêborîn a navdewletî û rêporterê taybet a Saziya Neteweyên Yekbûyî li karûbarê mafê mirov di Îranê de, îlankirin.

Di nameya girtiyên siyasî ên Zahidanê de hatiye ku eger berpirsên girtîgeha Urmiyê pêdeçûn bi daxwazên girtiyên siyasî ên girtîgeha Urmiyê nekin, emê jî dest bi gireva birçîbûnê bikin.

Di wê pêwendiyê de girtiyên siyasî ên Kurd ku bo başûrê Îranê hatine sirgûn kirin bi armanca piştevanî kirindest bi gireva birçîbûnê kirine.

Raportên hatinî bilavkirin bas ji vê yekê dikin ku telefonên girtîgeha Urmiyê bo pêşîgirtina agahiyên li ser rewşa girtiyên siyasî bo derve, hatine qutkirin.