Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd birîndar bû

19:25 - 3 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê li sînorê Merîwanê, kolberên Kurd dane ber destdirêjiya gulleyan û di encam de kolberekî Kurd bîrîndar bû.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, demijmêr 5ê sibêdeya roja Sêşemî 2’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, hêzên Leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê li nahyeya Xawmîrava, kariwana kolberên Kurd kirina armanca gulleyên xwe.

Hêzên rejîm ku di navbera gundê Hane Şêxan û Gagil kolberekî Kurd bi navê Elî Tame xelkê Sine dane ber guleyên raste rast û di encam de hat birîndar kirin.

Li gor raporta gihîştî ji Merîwanê, di wê bûyerê de, 8 ser hespên kolberan hatin kuştin û herwiha barên wan kolberane jî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin zewtkirin.

Herwiha hêzên rejîma Îslamî a Îranê li deverên sînorî û riyên pêwendîdar bi Kurdistanê, hemwelatiyên Kurd bi gumana kalawên qaçax didine ber gulleyan.

Gorî 6 mehên derbasbûyî, 64 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.