Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilijîk/ Nûnerê PDKÎ di civîna Keskên Herêma Filandrênê de pişikdarî kir

20:13 - 3 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Cemîl Fethî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Biljîkê pişikdariya civîna Keskên Herêma Filandrênê kir û raporta li ser rewşa gireva birçîbûna girtiyên siyasî ên Kurd li Urmiyê pêşkeş kir.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 2’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Cemîl Fethî nûnerê PDKÎ li welatê Biljîkê tevî xanima Monîk Simîtis halîkara pişka pêwendiyan li ser gazî kirina fermî a “Bart Sitayîs” endam parlemanê Ewropa û ser bi Keskên wî welatî di civîna Keskên Herêma Filandrênê de pişikdarî kirin.

Di vê civînê de Cemîl Fethî ligel Bart Sitayîs endam parlemanê Ewropa hevdîtin kir û li ser rewşa girtiyên siyasî ên Kurd ku dest bi gireva birsîbûnê dane, raportek pêşkeş kir.

Bart Sitayîs daxwaz ji nûnerê PDKÎ kir ku pêş evê ku li ser mijara mafên mirovan beşdarî di civîna parlema Ewropa de li Sitrasbûrgê bike, li ser dawîn rewşa mafê mirov li Kurdistanê û rewşa girtiyên siyasî di Kurdistanê de ku dest bi girevê kirine, zêdetir agahiyan bide wî.

Herwiha di vê civînê de basek li ser bazerganiya azad di navbera Yeketiya Ewropa û Amerîka û metirsiyên bo ser Ewropa, hat kirin.