Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ serdana Parlemana Norvêjê kir

12:06 - 1 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Ezîm Eliyasî, nûnerê Partiya Demokrat a Îranê li welatê Norvêjê di parlemana wî welatî de, tevî Marianne Neraal şêvirmenda Partiya Konsirvatîv a Norvêjê hevdîtin lidar xist.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Duşemî 29’ê Îlona 2014’an de, Ezîm Eliyasî, nûnerê PDKÎ li welatê Norvejê di parlemana wî welatî de ligel şêvirmenda siyasî a Parlemana HOYRE, hevdîtin pêk anîn.

Ezîm Eliyasî di vê hevdîtinê de ligel Marianne Neraal, besek li ser guherînên deverê û tîrajidiya mirovî ku wan dawiyane hate gorê kir.

Nûnerê PDKÎ sebek li ser koçberbûna hezaran mirovên bê sûç kir û ku piraniya wan di Herêma Kurdistanê de bûne akincî û hawara xwe bo Herêma Kurdistanê anîne, lê rewşa Kurdistanê jî piştî rênekirina mûçeya wê Herêmê ji aliyê Bexadêd ve û êrîşên DAÎŞ bo ser herma Kurdistanê xirabtir bûye û bûye sedem ku Herêma Kurdistanê Nekarîbe bi awayeke baş hewceyên wan penaberan cî bi cî bike.
Herwiha Ezîm Eliyasî çendîn basên cur ba cur ên ser Kurdistana Îranê û rewşa Kurdên Kurdistana Rojhelatê ku rejîma Îslamî a Îranê rojene hemwelatiyên Kurd ji riya dardekirin, kolberî, madeyên sirker û ...hwd, an bi kuştin dide û an jî birîndar dike.

Marianne Neraal tekez kir ku hewceye Kurdan ji êrîşên DAÎŞ û girupên radîkal biparêzin û nabe tenê wan deverane ku hemû aliyek dikarin bi aşitî têde bijîn û herwiha tenê ciheke di deverê de ku demokrasî têde geşe dike, ji nav biçe.

şêvirmenda Partiya Konsirvatîv a Norvêjê, soza vê yekê da ku wan daxwaz û nerînane bigîjine destê karbidestên welatê Norvêjê.