Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdekî Merîwanî binçavkirin

15:15 - 6 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Ewlekar ên rejîma Îslamî ya Îranê welatiyekî Kurd girtin û li gorî zanyariyan hîna sedemê binçavkirina wî diyar nebûye.

Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, roja Yekşemî 29’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, hêzên Ewlehî ên rejîma Îslamiya Îranê welatiyekî Merîwanî girtin û bo ciheke nediyar veguhastin.

Kempêyîna berevanîkirin ji girtiyên siyasî û sivîl nasnameya hemwelatiyê Kurd Elî Xuşnemek û 52 salî û xwediyê 3 zarokan ragehand.

Piştî girtina Elî Xuşnemek û veguhastina wî bo ciheke nediyar ji aliyên hêzên rejîm ve, hêj sedema girtina wî ne ber dest e.

Malbata welatiyê han piştî binçav kirina wî çendîn caran serdana navendên pêwendîdar kirine lê tu bersivek li ser rewşa wî nedane zanîn.