Kurdistanmedia: Du hemwelatiyên Kurd xelkê Nexede û Sine bo derbaskirina hukmên xwe bo zîndanê hatin veguhastin.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî 3’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, welatiyekî Kurd bi navê Hacî Kamil Mam Şêx rûniştiyên gundê Xelîfan a Sindûsa Nexedê hat girtin û bo girtîgehê veguhastin.
Hacî Kamil Mam Şêx temen 38 salî, xwediyê 4 zarokan, cotkar, kesayetiyê xweşnav û naskirî yê devera Nexedê ye.
Navbirî sala Şibata 2014’an tevî 5 hemwelatiyên din ên Kurd bi navê Kêyîwan Şêxî, Şehab Ehmedîazer, Kamiran Osmanî, Rehîm Fituhî û Qadir Dastan bo navenda Ewlekar a rejîma Îranê hatin veguhastin û ketine jêr eşkence û lêdana rejîm û ji aliyê dozgeriya Şoreş ve bi sûça halîkarîkirin tevî partiyên Kurdî yên opozîsyonên rejîma Îranê ceza bi ser wan de hat sepandin.
Navbirî piştî ewê ku li meha Şibata 2014’an bo îdareya Îtilatê ve hatin bang kirin, û ji aliyê dozgeriya Şoreş (Înqilab)ê ve bi 2 sal û 8 mehan girtîgeh hat mehkmkirin.
Piştre di Tîrmeha evsal de piştî derbirîna narizayetî bo wê cezayê, ji aliyê dozgeriya Urmiyê ve bo 1 sal hukmê wî hat kêmkirin û paşan bi wesîqeyeke qiran bi awayek demekî hatibû azadkirin.
Li gor raporta gehiştî ji bajarê Nexedê, Hacî Kamil çend roj ber niha ji aliyê hêzên rejîm ve hat girtin û bo girtîgehêhat şandin.
Herwiha li gor raporta han, Kêyîwan Şêxî, Şehab Ehmedîazer, Kamiran Osmanî, Rehîm Fituhî û Qadir Dastan ku her yek ji wan bo 3 mehan hatibûn zîndanîkirin, di meha Tîrmeha 2014’an de bo girtîgehê hatin veguhastin û du heftî berî niha ji zîndanê rizgar bûn.
Yek ji hemwelatiyê Kurd xelkê bajarê Nexedê bi malpera Kurdistanmedia ragehand: Rewşa ewlejî bo çalakvanên sivîl li bajarê Nexedê û derdora wî bi temamî aloze û di dawiya sala borî de berdewam çalakvan binçav û eşkence dikirn û bo navenda Îtilatê û girtîgehê dianîn û dibirin.
Her di wê pêwendiyê de, roja Pênçşemî 4’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Muxtar Esedî mamosta û çalakvanê sinfî ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Sine ve hat bangkirin.
Navbirî bo tewawkirina hukmê xwe çû bo girtîgeha Sine.
Mamostayê han çend sal berî niha bi tometa reklamkirin bi dijî nîzanê ji aliyê liqa 15 a sasgeha Înqilaba Tehranê ve bo salek girtîgeha Tezîrî hat mehkûmkirin.

Hacî Kamil Mam Şêx

Muxtar Esedî