Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyeke Kurd bo girtîgehê hat veguhastin

13:05 - 8 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Yezdan Hûsên Penah çalakvanê medenî ê Kurd xelkê Sine bo tewawkirina heyama cezaya xwe bo girtîgehê hat veguhastin.
Li gor raporta kempêyîna berevanî kirin ji girtiyê siyasî û sivîl, roja Yekşemî 7’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Yezdan Hûsên Penah çalakvanê sivîl ê Kurd ku pêştir li liqa yek a dozgeriya Şoreş a bajarê Sine bi tometa halîkarîkirin tevî yek ji partiyên Kurdî ên opozîsyona rejîma Îranê, bi yek sal zîndan hat mehkûmkirin, bo heyama derbas kirina cezayê xwe bo girtîgeha Qurwê hat veguhastin.

Hemwelatiyê han piştî derbirîna narizayetî bi hukmê xwe, ji aliyê dadgeha pêdeçûnê a parêzgeha Sine ve bo 4 mehan kêm kirin.

Yezdan Hûsên Penahî temen 23 salî xelkê gundê Qiuçayî a ser bi bajarê Dêhgulanê, destpêka demsala Bihara evsal ji aliyê hêzên navenda Ewlekar a rejîma Îranê ve hat girtin û paşan bo girtîgeha navendî a Sine hat şandin û bi danîna barimteya giran han azadkirin.

Yezdan niha di girtîgeha navendî a Qurwe ceza xwe bi dawî tîne.

Di wê pêwendiyê de, roja Çarşemî 3’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, welatiyekî Kurd bi navê Hacî Kamil Mam Şêx rûniştiyên gundê Xelîfan a Sindûsa Nexedê hat girtin û bo girtîgehê veguhastin.

Navbirî sala Şibata 2014’an tevî 5 hemwelatiyên din ên Kurd bi navê Kêyîwan Şêxî, Şehab Ehmedîazer, Kamiran Osmanî, Rehîm Fituhî û Qadir Dastan bo navenda Ewlekar a rejîma Îranê hatin veguhastin û ketine jêr eşkence û lêdana rejîm û ji aliyê dozgeriya Şoreş ve bi sûça halîkarîkirin tevî partiyên Kurdî yên opozîsyonên rejîma Îranê ceza bi ser wan de hat sepandin.

Herwiha roja Pênçşemî 4’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, Muxtar Esedî mamosta û çalakvanê sinfî ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Sine ve hat bangkirin.

Navbirî bo tewawkirina hukmê xwe çû bo girtîgeha Sine.

Mamostayê han çend sal berî niha bi tometa reklamkirin bi dijî nîzanê ji aliyê liqa 15 a sasgeha Înqilaba Tehranê ve bo salek girtîgeha Tezîrî hat mehkûmkirin.