Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema nasitandariya riyên Kurdistanê qezayên terafîkê pitir dibin

14:32 - 8 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Rê û banên nasitandard û asfata xirapbûyî ên riyên Kurdistanê salane dibe sedema qezayên terafîkên riyên pêwendîdar yên Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê.

Li gor raporta nûçegihaniyên hundirî Îranê, amara qezayên tarafîkê li parêzgeha Urmiyê di 8 mehên destpêka sala 1393’an a Rojî bi berhevdan ligel sala borî %40 zaftir bûye.

Gorî amarên ber dest, heyamê 8 heyvên îsal, bi awayeke nivîncî mehê 175 haletên qezaya terafîkê di parêgeha Urmiyê de diqewimîne.

Ewa di demekê de ye ku bi berhevdan bar, mehê 125 haletên bûyerên terafîkê di riyên pêwendîdar bi Urmiyê re rû dane.

Li gor raportên hatinî bikav kirin, qezayên terafîkê li gorî salên din sal bi sal zêdetir dike û karbidestên rejîma Îranê û navendên pêwendîdar di wî warî de xemsariyê dikin û tu hewlek di wî pêwendiyê de nahê dan.