Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran/ %80 telaqan jêr temen 30 saliyê de ye

12:09 - 11 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Di Îran de roj ligel rojê amara ji hevcûdabûna jin û mêran jihel diçe.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, di Îranê de 150 hezar û 324 telaq di sala 1391’an a Rojî hatiye tomarkirin yanê rojane 381 hevjîn ji hev cûda bûne ku enfilansiyona aborî yek ji girîngtirîn sedemên ji hev cûdanê bûye.

Di sala 1392’an a Rojî de, 158 hezar û 753 haletên telaqê rû daye ku ewa ji bi sedema belengazî û nebûna dahat tûşbûn bi madeyên sirker bûye.

Rêjeya ji hevcûda bûn di îranê de li gor hejmara telaq nîsbet bi nifûza wî ligel sê welatên sereke ê Ewropa rojava wekhev, li Ferane li gor nifûza 66 milyonî di sala 2012’an de 133 hezar haletên telaq qewimîne, Alman bi nifûza 82 milyonî nêzî bi 190 hezar jihev çûdabûn û li Îngilistanê bi 60 milyon nifûz 144 hezar telaq rû daye û li Îranê bi nifûza 77 milyon nifûz li sala 2012’an 150 hezar telaq qewimî ye.

Li gor serhejmariya sala borî %70 telaqan ji aliyê jinan ve hatiye daxwazkirin û tenê %4ê mêran daxwaza jihev çûdabûna jiyana hevpar kirine û %26 telaqan ji ji aliyan ve hatiyekirin.

Di Îranê de piraniya telaqan di temenê 25 heta 30 saliyê de hatiye kirin, amara jihelçûna %4 telaqan di sê mehên destpêka sala 1393’an bas ji vê yekê dikin ku piraniya telaqan di nav jiyanê de bi rêjeya ji sedî 14,5 ji girûpa temenê 27 heta 29 salî hatiye tomarkirin û %16,2 telaqan jî di nav mêran de li temenê 27 heta 29 salî de bûye.

Karzanên civaknasî li ser wê bawerê ne ku madeyên hişber, desttêwerdana derekî, tund û tîjî, gumankirina li ser hevjînan, nebûna dahat, nexweşî û pirsgirikên rewanî, zevaca naçarî, bêkarî, kêşeya kulturî û pisgirika sêksî ji sereketirîn sedemên jihelçûyîna telaqê ye.