Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarekî Sineyî hat girtin

14:52 - 12 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Xwedekareke Kurd xelkê Merîwanê ji aliyê hêzên navenda Ewlekar a rejîma Îslamiya Îranê ve hat girtin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Çrarşemî 10’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, welatiyekî Kurd bi navê Rêbwar Kamiranîpûr xelkê Merîwanê û xwendekarê zanîngeha Peyamnûr a Sine, ji aliyê hêzên navenda Ewlekar a rejîma Îranê ve hat gazî kirin û girtin.

Nûçegihaniya Xwendekar di wê pêwendiyê de ragehand ku ew xwendekare Kurd e piştî gazîkirin ji aliyê îdareya Îtilatê ve, binçav kirine.

Heta niha sedema bangkirin û girtina ew xwendekare Kurd e nehatiye eşkere kirin.

Gorî raporta hatî bilav kirin bas ji vê yekê dike ku hêzên rejîma Îranê piştî girtina wî kesî, lêgerînê ji mala wî dikin û leptob û hinek alavên navbirî tev xwe dibin.

Heyameke şepoleke nû a girtina hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye.

Di wê pêwendiyê de, roja Sêşemî 9’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, hêzên Ewlekar ên rejîma Îslmaiya Îranê lawekî Kurd bi navê Aso Ezîzî xelkê Mihabadê girtin û bo ciheke nediyar veguhastin. Heta niha tu agahiyek li ser rewşa wî û cihê ragirtina wî ber dest nine.

Aso Ezîzî pêştir bi tometa çalakiyên siyasî ji aliyê qezaya dadwerî a rejîma Îranê ve bi yek sal girtîgeh hatibûm mehkûmkirin.

Li gor amara malpera Kurdistanmedia, di heyamê 20 rojan de, hêzên rejîma Îsîamiya Îranê pitir ji 33 hemwelatiyên Kurd girtine ku hêj tu agahiyek ji çarenivîsa wan li ber dest nine.