Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîm ve didome

14:58 - 12 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Di heyamê 21 rojan de nêzên bi 34 hemwelatiyên Kurd di Rojhilatê Kurdistanê bi destê hêzên rejîma Îslmaiya Îranê hatine girtin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, di çend rojên borî de hêzên navenda Ewlekar ên rejîma Îranê welatiyekî Kurd bi navê Hesen Ehmedî xelkê gundê Derî a ser bi devera Merîwanê, girtin.

Hesen Ehmedî piştî girtinê bo ciheke nediyar hat veguhastin û heta niha tu pêwendiyek bi malbata xwe re negirtiye.

Navbirî pêştirî jî ji aliyê hêzên îdareya Îtilatê ve hatibû girtin.

Di wê pêwendiyê de, roja Çrarşemî 10’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, welatiyekî Kurd bi navê Rêbwar Kamiranîpûr xelkê Merîwanê û xwendekarê zanîngeha Peyamnûr a Sine, ji aliyê hêzên navenda Ewlekar a rejîma Îranê ve hat gazî kirin û girtin.

Li gor amara malpera Kurdistanmedia, di heyamê 21 rojan de, hêzên rejîma Îsîamiya Îranê pitir ji 34 hemwelatiyên Kurd girtine ku hêj tu agahiyek ji çarenivîsa wan li ber dest nine.