Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Armanc ji nehêlana saziyên civakî di Îranê de çi ye?

13:42 - 13 Kanûna pêşîn 2014

Şemal Texrîbî

Yek ji cudahiyên bingehîn yên nizameke xelkserdest û demokratîk li çav sîstemên dijî xelkî hebûna saziyên civakî ye ku bi sedema beşdariya hemû takên civakê bi bê berçavgirtina pîşe û kar û tex û qat, wekî çavkaniyeke giring ji bo sermayeya civakî bi kar tê.
Ew nawend û saziyên nav civakê ku ketine navbera hikûmet û hevwelatiyan de, pêk tê ji saziyên civakî. Bi giştî ew saziyên civakî çend armancên sereke dipêkin:

1-Bihêzkirin û jêhelbirina asta şûnasa neteweyî.
2-Asankarî ji bo vedîtina şûnasa civakî
3-Hewldan ji bo lihevnêzîkkirina qatên civakî.
4-Anîna komek ji hewcehî û çavnihêriyên ferhengî yên pîşeyî û civakî
5-Jêhelbirina asta rola endaman ji bo vedîtina takekesî.

Ku wisa bû hebûna saziyên bi vî rengî, bi vê sedemê ve ku ji bo armancên diyarîkirî têne avakirin, û dikarin hêzên mirovî (sermayeyên civakî) di çarçoveyeke diyarîkirî de rêk bixib, dikarin ji bo pêşxistina civakê di warê siyasî, civakî, aborî, ferhengî û zanistî bi qazanc bin.

Ji aliyekî din ve, bandora van saziyên civakî di warê siyasî de, û ji bo guherîn yan pêkanîna guhertina di nav hikûmetê de cihê jêhûrbûnê ye, û gelek şarezayên vî warî bûyerên sala 2011’an ya Rojhilata Navîn û pirsa Buhara Erebî bi van aliyan ve girê didin.

Bi gotineke din serhildana nerizayetiyan di Mîsr û Lîbî û Tûnisê, û guherîna sîstemên siyasî di wan welatan de, û pêkhatina guherînkariyan di welatên Erebî ên Kendavê, beşek in ji encamên bandora saziyên ne hikûmî.
Rewşa saziyên civakî di Îranê de:
Civaka Îrana li jêr deshilata Komara Îslamiya Îranê de, niha hilgirê pirojeyeke kal û ne tewaw ji saziyên civakî ye.

Serbarê jêhelçûna hejmara rûniştvanên bajarakincî, jêhelçûna asta xwendewariyê, jêhelçûna asta xwendekaran, bi pîşeyîbûna zêdetir ya aboriyê û kêmbûna beşa kiştûkalê ji aboriyê, û geşekirina jêrxana aborî û civakî, ku sercem derfet ji bo gihîştinja bi cîhaneke nû û modern ji bo Îranê xweş kirine, lê hêşta civaka Îranmê nekariye ku hikûmeteke demokratîk biceribîne, yan aliyê kêm mafên medenî û yên hevwelatîbûnmê ji hevwelatiyên xwe re dabîn bike.

Mixabin saziyên civakî niha di Îranê, wekî yek ji armancên rejîma Tehranê têne hesibandin ku berdewam dikevin ber êrîşên hovane, û bi girtin û lêdan û îdama çalakên vî warî, yan jî daxistina van binyatan, pêşiya çalakiyên xelkê digre.

Xeynî vê yekê jî rejîm berdewam hewl dide ku rêkxirawên bi vî rengî yên ne hikûmetî, bikêşe bin siya xwe de, da ku li gorî daxwaziya wê, ew binyat çalakiyan bikin.

Bo mînak di demekê de, ku tenê 197 civatên zanistî û 136 nawendên aborî, û 5 hezar nawendên kedkarî di Îranê de hene, û li hemberî vê de, 52 hezar nawendên olî û 8 hezar civatên bi nav xêrxwazî hatine avakiirn.

Eşkere ye ku li gorî biryar û çavdêriya binyatên piropagendeyî û leşkerî û emniyetiyê, yên rejîmê de kar dikin, lewra nabe em çavnihêrê geşekirina sermayeyên civakî yên civaka Îranê bin.

Bi giştî bihêzbûna civaka medenî, hewcehî bi pêdaçûna yasayan û nehêlana yasa û rêsayên Komara Îslamî heye, ku azadiyên takekesî û civakî sînordar kiriye, heye.

Hevdem formgirtina beşa taybetî, azadiya zanistî, vegeşîna pêvajoya gehandina zanyariyan û karê medyayî, dikarin di vê rastayê de bandoreke baş hebin.

Lê hekî ew pêşmerc nehêne cîbicîkirin, dîtingeha gulxaneyî ya NGO’yan û saziyên civakî, wê rastî heman çarenûsî bên, ku heya niha me dîtine. Herçend ku civaka medenî ya Îranê niha bi lawazî heye, lê wekî deb û nerîta carr ya di nav nizamên dîktator , di bin çermê bajaran de jiyana xwe didomîne.

Ku wisa bû heya wê demê ku kereste û emrazên serkutkirinê bi awayekî asayî di destên desthilatdarên niha de be, em nikarin çavnihêrê vê yekê bin ku girûpên civakî û saziyên civakî, roleke çalak hebin.