Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mîro Elyar

13:44 - 13 Kanûna pêşîn 2014

Birêz Mîro Elyar kurê Reşîd sala 1954 (13.02.1333)’an, li gundê “Naçît” a ser bi bajarê Bokanê û di malbatek naskirî de tê dinê.

H: Arif Vêlzî

Birêz Mîro Elyar jî weke tewahiya zarokên din ên Kurdistanê temenê zarokatiya xwe di gundê xwe de derbaz dike û di dema xwe de diçe xwendingehê û dest diavêje xwendinê. Qonaxên xwendina xwe yek li dû yekê bi serkevtin ve derbaz dike û piştre dîploma xwe werdigire û di “Sipaha Daniş” a wî çaxî de mijûlî kar dibe.

Birêz Mîro Elyar li derheq bersiva pirsyara Agirî de, ku gelo çawa bi PDKÎ re nasyar bû, weha dibêje: “Di malbata me de û di dema zarokatiya min de, gellek caran basa tevgera Kurdî û PDKÎ dikirin, lewra berî şoreşa gelên Îranê, navê PDKÎ bo min navekî naskirî bû û min kêm û zor hindek zanyarî li ser wê hebûn. Lê di rastî de min hevdem tevî şoreşa gelên Îranê û di 1979 (1357)’an de, PDKÎ bi başî û bi tewahî nas kir”.

Birêz Mîro Elyar herweha çawaniya tevlîbûna xwe tevî refên pêşmergên PDKÎ weha dixe ber bas: “Sala 1979 (1357)’an û di dema şoreşa gelan û aloziyên hundirîn ên Îranê de, tevî kurmam û hevalê xwe birêz Tahir Elyar, me biryar da ku em tevlî rêzên PDKÎ bin.

Em bûn endamê PDKÎ û piştî salekê û di sala 1979 (1358)’an de bi fermî me çeka şerefa pêşmergatiyê kire milê xwe”.

Birêz Mîro Elyar rojên herî xweş ên jiyana xwe weha tîne ziman: “Ez yek ji wan pêşmergên PDKÎ bûm ku di dala 1982 (1361)’an de ji aliyê PDKÎ ve bona xwendinê bo Ewrûpayê hatime şandin.

Dema min xwendina xwe bi dawî anî, û bawerînameya xwe wergirt, min hest bi vê yekê kir ku min erk û rasipardeyek ji xebat û partiya xwe bi serkevtin ve bidawî anî, lewra keyfa min pir hat. Jiber ku ez xwendinê, û herwisa xizmeta bi PDKÎ, weke parek ji xebata pêşmergatiyê dizanim.

Jiber vê yekê rojên bidawîhatina xwendina min, rojên her xweş û pir wate yên jiyana pêşmergatiya min bûn”.
Birêz Mîro Elyar herweha roja herî nexweşa ya jiyana pêşmergatiya xwe weha tîne ziman: “Roja 22’ê Pûşpera sala 1368’an (1989) em li pêtextê Nemsayê û li bajarê Viyenê bûn.

Dema xwarina şîvê bû û me di malekê de çavnihêriya Dr. Qaimlo dikir, ji nişkê ve televizyonê nûçeya şehîdketina Dr. Qasimlo belav kir. Di rastî de ew roj, roja herî nexweş a jiyana min ya siyasî ye û tu carî nahê jibîrkirin”.

Birêz Elyar derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 2004 (1383)’an, li bajarê Viyenê û li mala hevalekî, min û xêzana xwe Fexrî, hevdu dît û piştî bi hevdu razîbûn û rêkevtina di navbera xwe de, roja 19’ê xezelwera heman salî û li heman bajarî me jiyana xwe ya hevpar ava kir, û heya niha jî bi germ û gurrî ve, em li jiyana xwe berdewam in”.

Birêz Mîro Elyar di peyamekê de bo xelkê Kurdistanê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Ez ji xelkê Kurdistanê re dibêjim ku, her kesek bona azadî û serbestiyê xebat û tekoşînê dike, hertim serbilind e.

Ji wê demê ve ku ez hatim nava refên pêşmergên PDKÎ, heya niha tenê yek deqeyê jî min hest bi poşmanbûnê nekiriye, lewra serbarê şanazî û serbilindiyê, dibêjim ku pişikdariya di xebat û berxwedana ji bo azadî û serbestiyê, erka li ser milê her Kurdekî nîştimanperwer e”.