Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêvajoya çareseriyê

13:50 - 13 Kanûna pêşîn 2014

Şehab Xalidî

Piştî êrîşa DAÎŞ’ê bo ser Kobanê, û bê helwêstiya Tirkiyê di vê derheqê de, gelê Kurd di Kurdistana bakûr de, dest bi meşên nerazîbûnê kirin, û di encamê de çendîn kes hatin kuştin, Qendîlê jî ragehand ku hekî Tirkiye her bi vî awayî bê helwest bimîne, eva tê vê wateyê ku piştgirê DAÎŞ’ê ye, lewra tiştek bi navê pêvajoya çareseriyê, û agirbesê namîne, lê serbarê vê helwesta Qendîlê, Ocalan vê carê jî xwast ku pêvajo zirarê nebîne, û reşnûsek li derheq pêvajoya çareseriyê de amade kir, û piştî serdana şanda HDP’ê, radestî vê şande kir, da ku ew şand vê reşnûsê bide dewleta Tirkiyê, ku li gorî zanyariyan Ocalan pênc meh derfet dane Tirkiye û Qendîlê, da ku bi hev re li ser vê reşnûsê li hev bikin.

Herwisa bas ji vê tê kirin ku bo yekem car, wê şandeke dewleta Tirkiyê jî serdana Qendîlê bike, da ku bi awayekî rasterast bi wan re li ser mafê Kurdan û danîna çekan û vegera wan ya bo nav Tirkiyê, danûstandinê bikin.

Lê hinek ji kesayetiyên siyasî li ser vê baweriyê ne ku hikûmet dixwaze “pirsa PKK’ê”, ne “pirsa Kurd” çareser bike, lewra zêde bas ji danîna çekê ji aliyê wan ve, û vegeriyana wan bo nav welat de dike, bona vê ku bi vî awayî vê metirsiya mezin li ser xwe hilîne, û bi vî awyaî bi dana kêmtirîn mafî bi Kurdan, pêvajoya çareseriyê di berjewendiya deshilata xwe de bigehîne encamê.

Bo mînak di vî warî de serokê giştî yê HAK-PAR’ê Fehmî Demir diyar kir ku tu pirojeyên hikûmetê di derbarê pêvajoyê de tuneye, û wiha got: “Pirojeya hikûmetê piranî li ser çekdanînê ye.

Di pişt perdê de, çi dibe em nizanin, lê çareserî dana mafên kurdan e. Lê hikûmetê ji bo mafên Kurdan tu gav neavêtine.”
Serokê giştî yê KADEP’ê Lutfî Baksî jî got: “Hikûmet dixwaze kurdan mijûl bike. Rawestandina şer baş e, lê hêviya me bi pêvajoya çareseriyê nemaye, jiber ku tu nexşeriyeke hikûmetê tuneye.”

Serokê giştî yê PAK’ê Mistafa Ozçelik jî got: “Divê hikûmet heyîna kurdan di çarçoveya destûra bingehîn de bipejirîne.

Divê rê li ber kesên ku di girtîgehê de, û li ser çiya ne, bê vekerin, da ku vegerin malên xwe û bikarin siyasetê jî bikin. Gotina “Çekan danên, emê mafên we bidin”, eva sivikatiya bi kurdan e.

Tişta ku dewlet ji çareseriyê fêm dike, çekdanîna PKK’ê ye.”
Bê guman her ji boçûnên wan kesayetiyan re eşkere dibe, ku astengiyên li se riya pêvajoya aştiyê pirr in, û heya gihîştina bi çareseriyeke rasteqîne riyeke dûr û dirêj li pêşiya aliyên danûstandinkar de heye, herçend ku Davûdoxolo ragehandiye ku berî hilbijartina di Tirkiyê de emê pêvajoya çareseriyê bigehînin encamê.

Bêguman hêviya hemû alîgirên wekhevî, û ewlehî û aramiyê di herêmê de, eva ye ku hikûmeta Tirkiyê wekî karbidest û deshilatdarên berê, gotûbêjan ji bo serkutkirina şoreşa Kurd bi kar nehîne, jiber ku ne deshilatdarên berê karîn bi serkutkirina hinek ji şoreşên Kurdan, dawiyê bi şoreşa û xebata rewa ya Kurdistanê bînin, û ne jî Kurd di serdema niha de, ew qas lawaz û bê piştevan in, ku ew bikarin bi siyaseta xapandin û serkutê dawiyê bi şoreş û xebata wan bînin.

Niha tenê çiya pişta Kurd nînin, êdî niha cîhana derve Kurdan wekî hêzeke aştîxwaz û di heman demê de pêşengê xebata li dijî zordarî û terorê dibînin, û pişta Kurd digrin, lewra tenê riya vegerandina ewlehiyê bo Tirkiyê, ew e ku hewldan bo çareseriya pirsa Kurd, bibe piroje yasayek di çarçoveya yasaya bingehîn de, û tu partî û aliyekî siyasî nekare li gorî berjewendiyên xwe pirsa Kurd pênase bike, ku çareseriya pirsa Kurd, hem di berjewendiya Tirk û Kurd û hem jî di berjewendiya hemû pêkhateyên din di Tirkiyê de ye.