Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirovên şoreşger û erkên wan di qonaxên dijwar yên xebatê de

14:04 - 13 Kanûna pêşîn 2014

N: Şaroj

“Yek ji taybetmendiyên dîroka herifîna sîstemên serberedayî û totalîter rola bingehîn ya partiyên siyasî, civaka medenî, û hemwelatiyan, di pêvajoya çaksazî û demokratîzebûna sîstemên deshilatdar û zal de ye.

Dîroka hevçerx ya Ewropaya Rojhilata şahidek e bo vê rastiyê ku, dema dewlet riya her cure danûstandinekê li ser civaka xwe dadixin, hevwelatî bixwe bi palpiştiya bingehên cîhanî yên mafên mirovan, û zanyariya li ser berpirsayetiyên vijdanî û berpirsatiya xwe, xelkê cîhanê kirine şahidê xwe, û dest kirine bi xebat û berevanî ji buhagiraniyên mirovî”.

Mirov piştî pêgihîştinê, berdewam hewl daye da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixe, ji bidestxistina yekemîn hewcehiyên jiyana xwe ve bigre heya digihîje avakirina civak û dewlet û şêwazên deshilatdariyê. Bi vê pêkê jî dîroka mirov digel xebatkirinê de hatiye girêdan.

Xebat ji bo bidetsxistina xurak û starekê ji bo berengarbûna li hemberî xwezayê, heya diyarîkirina sînorên jiyanê û hêlên sereke ji bo man di nav bazineya mirovahiyê û bidestxistina mafên bingehîn ji mafê xwendin û nivîsînê ve bigre heya digihîje mafê çarenivîsê, û beşdarîkirina di birêvebiriya welat, û deshilatdarî di herêmeke diyarîkirî ya coxrafiyayî de.

Lê bi xatircemî ve her di destpêka pêgihîştina mirovan ve, bidetsxistina van hewcehiyan, bi hêsanî bi dest nehatiye, û mirov li gorî serdem û rewşa serdeman, bi hinek astengiyên curbicur re berbirû bûye.

Ji serdema kevirîn ve ku ji bo zalbûna bi ser birsîtî û mana di nav bazineya jiyanê de, û zêdekirina nivşan, digel xwezayê de xebateke bê rawestiyan dest pê kiriye, û di encama vê xebatê de, kevir kire moma destê xwe, û yekemîn keresteyên nêçîrkirinê pê ava kir, ew pêvajoya xebatê heya gihîştina bi serdema hesin û hêdî-hêdî heya avakirina cîhana modern, û mifahwergirtin ji teknolojî û keresteyên nû yên elektironî û şandina setelaytan ji bo cihên herî dûrdest yên kehkeşanê, bo vedîtina diyardeyên nû û cihên nû, bona berdewamiya nivşên pêşiya xwe, berdewam kiriye, û îrorojê jî mirov ji xebatê nesekiniye. Lewra roj bi rojê deskevteke din ya mirovahiyê çê dibe, ku bi xatircemî ve berhema xebata mirov e ji bo berhemanîna rewş û hewayeke baştir ji bo jiyaneke serdemiyanetir.

Di vê derheqê de xebat ji bo derbazbûna ji jiyana koletiyê û avakirina pergala gundnişînî û bajarnişînî û îdarekirina welat û karûbarên civakê ji bo baştirbûna pêxwarina jiyana mirovan û hatina bi sedan û hezaran çemk û têgehên curbicur yên civakî, aborî, çandî û siyasî û ...hwd, ku pêwendiya wan bi jiyana rojane û pêşeroja mirovan û civakên mirovî ve heye, ew hemû beşek in ji pêvajoya xebata mirov bona bidesthatina hêviyên mêjdem yên wan.

Lê her wek ku me pêştir jî bas jê kir, bona gihîştina bi vê rawestgeha ku niha mirovê vê serdemê têde ye, ew qas bi hêsanî bi dest nehatiye, û mirov di pêxema gihîştina bi van hêviyan, bi sedan hezar û bi milyonan kesî qurbanî dane, bo vê ku îro rojê topa erdê cihekî aramtir be ji bo jiyanê.

Vêca di vê çarçoveyê de bi xatircemî ve, ew neteweyên ku keresteyên hewce û rewşa baş ji bo xebat û tekoşînê hebûne, baştir û bileztir gihîştine armancên xwe û di encama vê xebat û mandîbûnê de, niha xwediyê kiyan û qewareyeke siyasî û serbixwe ne, û di hinek haletan de, ji bo mifahwergirtin ji teknolojî û keresteyên hewce, bazineya deshilatdariya xwe di herêmeke diyarîkirî de nehêlane, û baskê deshilatdariya xwe kêşane bi ser sînorên erdnîgariyê de.

Her bi vê pêkê jî renge bi çendîn sedemên cuda hinek ji neteweyan nekarîbe ku li çav civakên şaristanî û pêşkevtî, bi awayekî yeksan ji bo bidesthatina maf û hêviyên xwe tekoşînê bikin, û xebatê bikin, û bigihîjin maf û daxwaziyên xwe.

Lê bê guman ew neteweyên ku xwediyê xevnên cuda bin, tu carî ji xebatê nevestiyane, û serbarê hebûna astengiyan, berdewam bûne li ser iya xebata xwe, û guman têde nine ku di encama van hewlên berdewam yên xwe de, rojekê digihîjin armancên xwe.

Lê ya ku giring e, pêdagiriya li ser vê mijarê ye ku astengî tu carî nikarin mirovê xwedî îrade û xwedî îde, ji gihîştina bi hêviyên wî bisekinîne.

Renge di qonaxeke zemanî de, bi sedema rewşa zal bi ser civaka mirovî û erdnîgariya siyasî û mirovî ya niha ya cîhanî, bi sistî û lawaziyê re berbirû bibin, lê tu carî dev ji xewnên xwe ji bo gihîştina bi jiyaneke serdemiyanetir hilnegirtine.

Her di vê çarçoveyê de, mirovê Kurd û neteweya Kurd jî, li derveyî vê xebat û tekoşînê nine, û dîroka vê neteweya mafxwarî selimandiye ku di hemû qonaxên jiyana xwe de, tenê bo bîstekê jî, dev ji xebat û berxwedan û qurbanîdan, di pêxema gihîştina bi armancên xwe hilnagire.

Lewra dema ku em rûpelên dîrokê vedidin, di hemû serdeman de, û bi taybetî di sedsala niha de, neteweya Kurd berdewam bûye li ser xebat û tekoşîn û bi taybetî di 140 salên borî de, her ku şoreşeke Kurdan di parçeyeke Kurdistanê de hatiye serkutkirin, di cihekî din, û di parçeyeke din şoreşeke din li dijî zordaran dest pê kiriye, û ew pêvajo heya niha jî berdewam e, û niha jî neteweya Kurd di her çar beşên Kurdistanê de, berdewam e li ser xebat û qurbanîdanê.

Herçend ku di vê pêxemê de bi dehan carî tûşî bêçareyî û malwêranî û koçberî, serkut, nisko, cînosayd û enfalan bûye, lê tu carî mirovê şoreşger yê Kurd her bîr ji vê jî nekiriye ku dev ji xebat û berbirûbûna li hemberî dijminên Kurd hilgire, û roj nine ku di vî warî de qurbaniyan nede, û ne zelal e ku karwana van qurbanîdanan wê heya kengê bidome? Lê ya ku diyar e, eva ye ku heya gihîştina bi mafên xwe, li ser xebat û şoreşê wê berdewam be.

Renge di qonaxekê de şoreşa wê, berbirûyê astengiyan bibe,lê tu carî bîr ji aşbetaliya heta-hetayî, tirs û bêhêvîtiyê nekiriye, jiber ku takê şoreşger ê Kurd û partiyên siyasî û şoreşger yên Kurdistanê, û bi taybetî partiyên azadîxwaz yên Kurdistana Îranê gihane vê baweriyê ku tirs û bêhêvîtî jehra herî kûjer e, ji bo cesteyê şoreşekê ku dixwaze cîhaneke baştir û pêşerojeke geştir ji bo civaka xwe desteber bike.

Di vir de ye ku rol û erka mirovê şoreşger di qonaxên dijwar yên xebatê de, zêdetir zeq dibe, jiber ku herwekî me bas kir, gihîştina bi armancan bi bê dana nirx nebe, û her wekî şehîd Dr. Qasimlo gotiye: “Ew gelê ku azadiyê bixwaze, dibe nirxa wê jî bide”.

Eva rastiyeke haşahilnegire ku tu şoreşek bi bê astengî nagihîje encamê, û bi xatircemî ve şoreş xortên xwe qurt dike. Lewra dema ku bas ji vê dike ku takê şoreşvan sotemeniya riya xebat û tekoşînê ye, armanc ji zeqkirina vê mijarê ew e ku tu şoreşek bi bê qurbanîdan nagihîje kopka xwe.

Herwisa tu şoreşek di dîroka mirovahiyê de nebûye ku di şevekê de, û bi b ê qurbanîdan gihîştibe armanca xwe.

Di vê derheqê de gellek asayî û xwezayî ye ku li gorî guherînkariyên serdem û bihêzbûnê, dijminatî û hevpeymaniya welatên dagîrkar û zal bi ser Kurdistanê, û şoreşên Kurdan û li serveyî hemiyan şoreşa gelê me di Kurdistana Îranê de, bi lawaziyê re berbirû be, û riya gihîştina bi armancên me dirêjtir bibe, lê qet ew roj nahê ku şoreşa neteweya Kurd here nav rûpelên dîrokê de û nemîne.

Lewra di vê qonaxa hestiyar de ku qonaxeke dijwar û dîrokî ye ji bo hemû partî û rêkxirawên şoreşger ên siyasî di her çar beşên Kurdistanê û bi taybetî li Kurdistana Îranê, endamên wan partiyan wekî takek şoreşger li çav caran zêdetir xwe mandî bikin, û bi hewl û tekoşîna bê rawestiyan ya xwe, riya xebata xwe baştir bikin.

Di vê derheqê de gellek asayî ye ku şoreşger vegere ser vê rê û şopê, ku diselimîne ku şoreşger kesekî canfîda ye ku amade ye ji bo gihîştina bi armancên gelê xwe, dev ji xewnên xwe yên takekesî hilgire, û berjewendiyên gel li serveyî berjewendiyên xwe danê, û di rastî de ji bo vejiyandina agirê vê xebatê bibe sotemeniya xebat rewa ya gelê xwe.

Takê şoreşger dibe baş bizane ku hejarî û bêxewî û destkurtî û bê îmkanatî beşeke sereke ye ji taybetmendiyên şoreşê, û dibe bi hestkirina bi vê rastiya ku niha zal e bi ser herêmê de, xwe ji bo qonaxên gellek ji vê yekê dijwartir jî amade bike. Bi taybetî qonaxek ku cemserbendiya mezinhêzan li gorî berjewendiyên wan berdewam di guherînê de ye.

Ew yek bûye sedem ku berengarbûna welatên zal bi ser Kurdistanê de bi berçavgirtina vê lîstika siyasî ku niha bi ser herêm û cîhanê de zal e, li çav caran xwe dijwartir nîşan bide.

Di vê qonaxê de ye ku takê şoreşger bi têgihîştin ji riya dijwar û qonaxa dijwar ya xebata xwe, û rewşa ne baş ya zal bi ser şoreşa xwe de, di hemû warên wekî rewşa siyasî, aborî, civakî û jeopolîtîka zal bi ser herêmê de bibe pişt û penaha partî û gelê xwe, û bi xwendineke rastbînane ji vê rastiya ku astengî heya ser nînin, dibe çav li ciwaniyên cîhana takekesî û şikomendiya takekesî ya jiyana malbatî hilgire, û bi kiryar û ne bi diruşmê bi dijminên neteweya Kurd biselimîne û çeper û kûreya xebatê roj li pey rojê qahîmtir e, û tu rewşeke nebaş ya siyasî, û aborî û civakî û coxrafiyayî nikare îradeya takê şoreşger ji bo gihîştina bi armancên wê sist û lawaz bike.

Di rewşeke bi vî awayî de ye ku takê şoreşger berî vê ku di qonaxa berberekaniya di gel dijmin û dagîrkerê xaka xwe de destewyexe be, dibe bi bê tu cure demargirjiyekê digel derûna xwe de bikeve rikeberiyê, û rê nede ku tu astengiyek bibe astengî li ser riya hêvî û xwaziyên wî, û heya gihîştina bi armancên partî û gel, ji tekoşîn, canfîdayî, qurbanîdan, û çavpoşîkirina ji heza jiyana takekesî nesekine, û ji tu cure fîdakariyekê di vê pêxemê de xemsariyê neke.